6 leşkerên din ên Tirkiyeyê hatin kuştin

23-12-2023
RÛDAW
Nîşan Gerîla PKK Leşker Tirkiye Kuştin Pence-Kilîd Operasyona Pence-Kilîdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku 6 leşkerên wan li nav axa Başûrê Kurdistanê di êrişa gerîlayên PKKyê de hatin kuştin.

Duh jî 6 leşkerên Tirkiyeyê di êrişa PKKyê de hatibûn kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku îro gerîlayên PKKyê li herêma “Operasyona Pence-Kilîd” hewl da bikevin baregehên artêşa Tirkiyeyê.

Operasyona “Pence-Kilîd”, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Li gorî daxuyaniyê şer û pevçûn di navbera hêzên artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de derket.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku di wî şerî de 6 leşkerên wan hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Hat îdiakirin ku di van pevçûnan de 13 gerîlayên PKKyê jî canê xwe ji dest daye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê duh jî ragihandibû li nav axa Başûrê Kurdistanê, 6 leşkerên wan di êrişa PKKyê de hatine kuştin.

Li aliyê din, heta niha PKKyê li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.

Lê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihandibû ku duh di encama êrişên gerîlayan de li Xakurkê 27 leşker û li Metîna jî 9 leşker hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst