Li Zap-Avaşînê leşkerek hat kuştin

2 demjimêr berê
Nîşan Gerîla PKK Leşker Tirkiye Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, gerîlayên PKKyê li herêma Zap-Avaşînê bi ser baregeha leşkeran de girtiye.

Di çalakiya gerîlayan de leşkerê wan ê bi navê Maşallah Abakay hatiye kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê da zanîn ku Maşallah Abakay îro hatiye kuştin.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst