Şandeyeke DEM Partiyê li Rojavayê Kurdistanê ye

24-04-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeyeke DEM Partiyê ji bo çend hevdîtinan û beşdarî Konferansa Neteweyî bibe li Rojavayê Kurdistanê ye.

Şandeyeke ku ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û çend parlamenterên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) pêk tê çû serdana Rojavayê Kurdistanê.

DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, şandeyeke wan a ku ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Endamê Encûmena Birêvebiriyê Navendî (MYK) ya partiyê  Serhat Eren û Parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç pêk tê çû Rojavayê Kurdistanê.

DEM Partiyê diyar kir ku şandeya wan ji Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye.

Şande dê di serdana xwe de çend pêwendiyan bi aliyan re bike û beşdarî Konferansa Neteweyî bibe.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî 22yê Nîsanê ragihand ku “Konferansa Neteweyî ya Yekîtî û Helwesta Kurdan” a aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dê 26ê Nîsana 2025an were lidarxistin.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (PYNK) ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di nava wê de ye pêşengiyê dikin.

ENKSyê konferans wekî gaveke girîng a ku daxwazên gelê Rojavayê Kurdistanê nîşan dide û mafeke siyasî ye bi nav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst