Dozeke nû li Demîrtaş hat vekirin: 15 sal ceza tê xwestin

24-04-2025
RÛDAW
Nîşan Selhattîn Demîrtaş HDP Amed Girtîgeha Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 18emîn Dadgeha Cezayan a Amedê ji ber çend axaftinên sala 2016an dozeke nû li Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş vekir.

Yekem rûniştina dozê 24ê Îlona îsal e û Sellahattîn Demîrtaş bi 15 sal cezayê girtîgehê û qedexeya siyasî tê darizandin.

Li gorî zanyariyên di medyaya Tirkiyeyê de hatine belavkirin, Serdozgeriya Komarê ya Amedê îro derbarê Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye dozeke nû vekir.

Ji ber heft axaftinên cuda yên di demên cuda yên sala 2016an derbarê Demîrtaş doz hatiye vekirin û îdîaname jî hatiye amadekirin.

Li gorî îdîanameyê 15 sal cezayê girtîgehê û qedexeya siyasî ji Demîrtaş re tê xwestin.

Li gorî zanyariyan doznameya ku hatiye amadekirin ji aliyê 18emîn Dadgeha Cezayan a Amedê ve hatiye qebûlkirin û yekem rûniştina dozê 24ê Îlona 2025an pêk tê.

Doza nû ya dijî Selahattîn Demîrtaş di demekê de ye ku Şandeya DEM Partiyê heman rojê li gel Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç hevdîtin pêk anî û di hevdîtinê de rewşa girtiyên siyasî jî yek ji mijarên sereke bû.

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demirtaş ji sala 2016an ve di çarçoveya Doza Kobanî de bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û li Girtîgeha Edîrneyê ye.

Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji Tirkiyeyê xwestiye ku Demîrtaş were berdan lê heta niha ew nehatiye berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst