Amed (Rûdaw) – DEDAŞê elektrîkê gundê Malabadê yê navçeya Farqînê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê qut kir.
Kompanyaya Dabeşkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) zêdetirî 20 rojan e elektrîka gundê Malabadê ya Farqînê biriye.
Nêzîkî mehekê ye 320 mal û 3 hezar nifûsê gund di bin sir û sermaye de bêelektrîk in û di tariyê de dijîn.
Şêniyên gund helwesta saziyê wekî zulm bi nav kir û bi çalakiyekê protesto kir.
Wan di pankartan de nivîsî:
“Edîson elektrîk dît lê DEDAŞê birî.”
Endazyarê Elektrîkê Mehmet Orak got:
“Hûn jî dibînin li vir Pira Malabadê heye, Bendava Batmanê heye.
Elektrîk li vir tê berhemanîn lê elektrîka wan hatiye qutkirin. Ev jî paradokseke mezin e.”
Şêniyê gundê Malabadê Recep Bîlmez jî anî ziman:
“20 roj in elektrîka camiya me jî tune ye. Ezan nayê xwendin, ceyran nîne ku mele karibe ezanê bixwîne.
Cemaeta me ji ber sermaye naçe camiyê.
Herhal camiyê jî elektrîka qaçax bi kar aniye.
Hemû îşê wan derew in, derewan dikin.”
Şêniyê gundê Malabadê Mehmet Karaalp da zanîn:
“Daxwaza me ew e. Em dibêjin bila elektrîka me berdin.
Bila sebiyên me necemidin û bila bi rehetî êvarê bikevin nava cihên xwe, rakevin.
Em jî mecbûr nebin ku heta sibehê betaniyan bavêjin ser wan ku nexweş nekevin.”
DEDAŞ bi hinceta nûjenkirina xetên elektrîkê yên nava gund dixwaze pîverên elektrîkê yên gundiyan derxin ser stûnan.
Gundî jî dibêjin DEDAŞ me bi diziyê tometbar dike û ji bo berdewendiya xwe di mulkê wan ê taybet de dixwaze destwerdanê bike ku ev jî binpêkariya mafê wan e û ew rê nadin saziye.
Ev jî bûye sedama qutkirina elektrîkê.
“Ne hiqûqî ye”
Seroka Komîsyona Mafê Bikarhêneran a Baroya Amedê Nûpelda Erenê got:
Di dema kontrolkirina pîverên elektrîkê de mafê gundiyan e ku ew jî li wir bin, ev mafê wan e.
Ji ber wê derxistina pîveran a ser stûnan vê mafê gundiyan ji destê distîne.
Ji ber wê ev kirin ne hiqûqî ye.”
Hevserokê Odeya Endazyarên Elektrîkê ya Şaxa Amedê Ufuk Bulut jî li ser qutkirina elektrîkê anî ziman:
“Temamê Tirkiyeyê hatiye îqnakirin ku miletê heremê diz e.
Esas dizê mezin ew in. Lewma 4-5 qat zêdetir fatureyan ji xelkê re dibirin.
Milet mecbûr dimîne bide jî. Qanûn û yasa hatine derxistin.
Berî îtiraza li dadgehê divê tu pêşî herî wî pere bidî.
Piştre jî 3-5 salan li hêviya dadgehê bimînî ku ew pere di vê enflasyonê de pûç dibe.
Di encamê de heger tu mafdar derkevî dê paşê pereyê te bidin.”
“Em digirîn”
Gundî dibêjin piştî ku elektrîka gund hatiye birin wan serî li Wezareta Karên Naxwe, Cîmer û hemû aliyên fermî daye lê kesekî bersiveke erênî nedaye wan.”
Şêniya gundê Malabadê Hecî Gulsum Ergînê jî got:
“Ceyrancî hat, min got Xwedê pêxember li ser destên te bin tu nebirî.
Min hew dît birî. Hinekan ew tije kiribûn êdî hema pê de ket û qut kir.
Tiştên me yên di dolaba qeşayê de bûn me gişt avêtiye û em digirîn.”
Şêniya gundê Malabadê Helîme Ergînê anî ziman:
“Ceyran nîne, qulika boriyên sobeyê jî nînin, zarok tev nexweş ketine.
Tiştên me ji bo zivistanê jî çêkiribûn tev xira bûn, me avêt çopê, ka em dê çawa bikin.”
Di protestokirina DEDAŞê de li gel Hevserokên Şaredariyan Farqînê, Odeya Endazyarên Elektrîkê û Baroya Amedê jî piştgiriya xwe ji gundiyan re ragihand.
Wan bi yekdengî careke din bangî DEDAŞê û rayedarên pêwendîdar kir ku mexdûriyeta şêniyan were çareserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse