DEDAŞ elektrîka cotkarên deyndar qut dike: ‘Cotkar her tim zererê dikin’

13-04-2024
Ferdî Sak
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan DEDAŞ Cotkar Elektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryara DEDAŞê ya qutkirina elektrîka cotkarên Bakurê Kurdistanê bû sedema nerazîbûnan.

Amed, Mêrdîn, Riha, Sêrt, Êlih û Şirnex parêzgehên sereke yên çandiniyê ne lê îsal astengiyeke mezin li pêşiya cotkarên wan parêzgehan heye.

Ew astengî jî qutkirina elektrîka cotkaran a ji aliyê Kompanyaya Dabeşkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ve ye.

DEDAŞê berî çend rojan di daxuyaniyekê de ragihand ku li wan 6 parêzgehan deynê elektrîka 20 hezar cotkarî gihiştiye 27 milyar lîreyên Tirkî û got:

“Mixabin tevî derfetên dewletê û kompanyaya me piraniya cotkarên me yên ku çandiniyê dikin deynên xwe yên elektrîkê nedane.

Ji ber wê yekê îsal ji bo ew ên çandiyê dikin û di serdemên borî de deynên xwe yên elektrîkê nedane elektrîk nayê dayîn.”

DEDAŞê da zanîn ku tenê li Rihayê deynê 13 hezar hevbeşên elektrîkê yên cotkaran 15,5 milyar lîreyên Tirkî ye.

Endezyarê Çandiniyê yê li Rihayê Abdurrahman Aydogdu ji Rûdawê re sedemên nedana wî deynî ji aliyê cotkarên parêzgehê ve eşkere kirin.

“Cotkar her tim zererê dikin”

Endezyarê Çandiniyê yê li Rihayê Abdurrahman Aydogdu anî ziman:

“Van salên dawî cotkar her tim zererê dikin. Ji ber ku pembo, genim û garisê wan gelekî erzan in.

Dema cotkar zererê bikin nikarin deynên xwe bidin. Kompanyaya Dîcleyê jî dibêje cotkarên ku deynên xwe nedin ew elektrîkê nadin wan.

Heger kompanya elektrîkê nede çandinî nabe. Îro jiyana mirovan li ser çandiniyê ye.”

Li Mêrdînê jî 5 hezar cotkar bi bihayê 9.5 milyar lîre deyndarê DEDAŞê ne.

Îsal li ser derdora 70 hezar donim erdê wê çandinî tê kirin.

Serokê Komeleya Cotkaran a Mêrdînê ji Rûdawê diyar kir ku ji bilî bîran ti aveke din nîne ku cotkarên parêzgehê berhemê xwe pê av bidin.

Herwiha hişyarî da aliyên pêwendîdar ku eger elektrîk li ser cotkaran bê qutkirin dê li navçeyê çandinî û berhemanîn rûbirûyê metirsiyeke mezin bibe.

“Pêşiya me tarî ye û xuya nake”

Serokê Komeleya Cotkaran a Mêrdînê Mîkaîl Erbey jî da zanîn:

“Em deynê xwe didin ne ku em nadin lê deyn zêdetirî hêza me ye û li gorî kêfa xwe deynan diyar dikin û kes jî deng nake.

Pêşiya me tarî ye û xuya nake. Em nizanin em dê çi bikin. Em vî tiştî qebûl nakin. Nanê zarokên me ji vê derê ye. Ji bav û kalên me ve em vî karî dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Nikarin elektrîka me li ser me qut bikin. Eger qut bikin ev ne tenê ji bo me, ji bo hemû Tirkiyeyê zerer e. Bila ew jî hişê xwe bînin serê xwe û ji bo cotkaran derfetan dabîn bikin.”

Bi gotina DEDAŞê li her 6 parêzgehên ku dê elektrîka wan were qutkirin bi giştî 9,8 milyon donim zeviyên çandiniyê yên avî hene.

Ji 140 hezar cotkarên wan parêzgehan jî 65 hezarê wan çandiniya avî dikin û eger DEDAŞ elektrîka 20 hezar cotkarên deyndar qut bike ji sedî 30.7ê çandiniya avî ya wan parêzgehan namîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst