DEDAŞ: Em elektrîkê nadin cotkarên ku deynên wan hene

08-04-2024
RÛDAW
Nîşan DEDAŞ Elektrîk Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEDAŞê ragihand ku li Amed, Riha, Êlih, Şirnex, Sêrt û Mêrdînê ew îsal elektrîkê nadin 20 hezar cotkarên ku deynên wan hene.

Kompanyaya Dabeşkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi daxuyaniyekê ragihand ku îsal ew elektrîkê nadin cotkarên ku deynên xwe nedane û ji bo vê dê tedbîrên pêwîst wergirin.

Li gorî daxuyaniya DEDAŞê, li herêma dabeşkirina elektrîkê ji 23 mîlyar kîlowatan nêzîkî sêyan yek hatiye bikaranîn û 27 mîlyar lîre ku dike nêzîkî 850 milyon dolarên Amerîkî deynên cotkaran hene.

Kompanyayê amaje bi wê yekê da ku ji sala 2013an heta niha her ku diçe pirsgirêk zêdetir dibin û deynên berê nayên dayîn.

Li gorî amarên DEDAŞê li 6 parêzgehan deynê cotkaran derketiye 27 mîlyar lîreyên Tirkî û 25 mîlyar deynên cotkarên parêzgehên Mêrdîn û Rihayê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst