Medyaya Tirkiyeyê: Fahrettîn Tolun canê xwe ji dest da

23-11-2023
Nîşan Fahrettîn Tolun PKK Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî îdiaya medyaya fermî ya Tirkiyeyê, Fahrettîn Tolunê PKKyî li Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Medyaya Tirkiyeyê îdia kir ku Fahrettîn Tolun, li Dêrika Rojavayê Kurdistanê di êrişeke MÎTê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî heman îdiayê, nasnavê Fahrettîn Tolun, Xeyrî Serhed e û wî ji PKKyê re çekên giran da dabîn dikirin.

Herwiha hat gotin ku Tolun sala 1992yan tevlî PKKyê bûye û li gelek herêmên cuda maye.

Li aliyê din, heta niha PKKyê li ser vê angaştê ti daxuyanî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst