Zozanên Agiriyê bûne navenda mêşvanan

23-05-2024
RÛDAW
Zozanên Agiriyê hembêza xwe ji mêşvanan re vekiriye  / Wêne: AA
Zozanên Agiriyê hembêza xwe ji mêşvanan re vekiriye / Wêne: AA
Nîşan Agirî Mêşvan Hingiv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kulîlk û gulên xwezaya havîn û biharê dibe cihê mêşên hingiv û navenda mêşvanan.

Bi hatina payîzê re li gelî û çiyayên bajarê Agiriyê yê Bakurê Kurdistan barîna berfê dest pê dike û heta dawiya Adarê Agirî bi berfê dixemile.

Di mehên Nîsan û Gulanê de jî berf dihele û kulîlk serî hil didin.

Zozanên Agiriyê hembêza xwe ji mêşvanan re vekiriye

Zozanên Agiriyê piştî ajeldaran ji mêşvanan re jî hembêza xwe vekiriye.

Mêşvan di mehên havîn û biharê de berê xwe didin Agiriyê û kewarên mêşên xwe dibin zozanên wî bajarî.

Mêşven her sal 5 meh û  nîvan li wan zozanan dimînin û  bi hatina zivistanê re vedigerin bajarên xwe.

Mêşvanê bi navê Ali Agar ku mêşên xwe dibe Agiriyê got:

"Em her sal 5 meh û nîvan li vê derê dimînin. Ez li her cihê rojhilat geriyam, li Erzirom û Qersê.

Herî dawî ez 15 sal in têm gundê Cumaçayê yê Agiriyê."

Mêşvan her sal jî bo berhemanîna hingivê baş û esîl 4-5 mehan li wan zozanan dimînin û bi nêzîkbûna zivistanê re berê xwe didin bajarê germtir.

“Hingivê me organîk e”

Mêşvanê bi navê Murat Turgut jî wiha got:

"Em nû doh hatin. Me kevarên xwe danîn û me dest pê kir.

Hêviya me ew e ku saleke bi bereket be. Hingivê me organîk e.

Ji ber ku li derdora me kesek derman bi kar nayîne hingivê me yê gûnî û catirê ye."

Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê yên sala 2023an, li Agiriyê 319 kesan 28 hezar û 4 kewarên hingiv hene û 317 ton hingiv tê berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst