DÊRSIM - Ji ber barana zêde hingiv ji sedî 85 kêm bûye

18-08-2023
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Mêşvan Hingiv
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber guherîna keşûhewayê û germa zêde berhemê hingiv bi awayekî berbiçav kêm bûye.

Li Dêrsimê îsal ji ber barana zêde ya demsala biharê toza kulîlkan ku çavkaniya sereke ya hingiv e li xwezayê kêm bû.

Serokê Yekîtiya Mêşvanên Dêrsimê Kazim Dogan wiha got:

“Di encama guherîna keşûhewayê de û zerera genetîk û morfolojîk ku gihişte mêşhingivên me salake xirab e.

Zêdebarîna baranê, bilindbûna pileyên germê ya bi carekê re û nebûne ritûbetê ji bo me pirsgirêkeke girîng e.”

Li Dêrsimê îsal pêşbînî ew e ku berhemanîna hingiv zêdetirî ji sedî 75an kêm bibe û ji her şaneyekê 10 kîlo hingiv bê berhemanîn.

"Her bûyera neyînî rasterast bandorê li mêşên hingiv dike"

Mêşvan Kazim Tosun diyar kir “Dema ez li gorî sala par li berhemê xwe dinêrim ji sedî 80-85 kêm bûye. Her bûyereke neyînî ya li xwezayê rasterast bandorê li mêşên hingiv dike.

Li erdnîgariya me agirên daristanan, bendavên têne çêkirin û vekirina kanê madenan bandoreke neyînî li mêşên hingiv dike.”

Xwediyên mêşên hingiv ku zerareke zêde kiriye ji hikûmetê piştgiriyê dixwazin. 

Mêşvan Yeter Karataşê par û îsal berawird kirin û got:

“Par pir baş bû. Em mêşvan jê pir memnûn bûn lê belê piştî biharê demsal pir xirab derbas bû. Mêş kar nakin.

Dema berhemanîna hingiv e lê hingiv tune. Mêşvan di rewşeke pir zehmet de ne. Em ji dewletê piştgiriyê dixwazin.”

Li Dêrsimê 90 hezar kewarkên hingiv hene hene û sala par 2 hezar ton hingiv hat berhemanîn.

Li aliyê din, îsal tê pêşbînîkirin ku tenê 700-800 ton hingiv bê berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst