WAN – Mêşvanek ji qurmê daran hingiv derdixe: ‘Me zerer neda dara gûzê’

06-12-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Mêşvan Hingiv Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê mêşvanek her sal dar bi dar li pey hingivê xwezayî digere.

Abdulwahab Semo li gundê Çilgayê yê navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê, 30 sal in karê mêşvaniyê dike û wek “Mêr Hingiv” tê naskirin.

Mêşên ku ji şaneyên xwe difirin di qurmê daran de bi cih dibin û hingiv berhem tînin.

Mêşvan Abdulwahab Semo jî li şopa wan digere û bêyî ku zererê bide daran hingivê xwezayî ji wan kunên teng û asê derdixîne.

Berhemhênerê hingiv Abdulwahab Semo got:

“Piştî ku em demeke dirêj xebitîn me devê wê vekir. Bêyî ku em zererê bidin darê û mêşan em gihîştin hêlîna wan. Em dê niha şaneyên wan derxînin û vala bikin.”

Piştî derxistina hingivê xwezayî kuna ku vedikin careke din digirin daku heta sala bê careke din mêşhingiv hêlînê çêbikin.

Abdulwahab Semo vî karî her sal dubare dike.

“Me zerer neda dara gûzê”

Berhemhênerê hingiv Abdulwahab Semo herwiha anî ziman:

“Em 120 kîlometreyan rê hatin û me li vê derê hingiv peyda kir. Me îro ji qurmê dara gûzê 5 kîlo hingiv derxistin.

Bêyî ku em zererê bidin darê û mêşan me di 3 demjimêran de karê xwe qedand. Me zerer neda dara gûzê û me devê kunê careke din girt.”

Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê, li Wanê 177 hezar û 460 kiwarkên mêşên hingiv hene û sala 2022yan 2 hezar û 459 ton hingiv hatibû berhemanîn.

Parêzgeha Wanê di berhemanîna hingiv de li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav 81 parêzgehan de di rêza 11emîn de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst