Îro qedexeya çûnûhatinê li Başûrê Kurdistanê bidawî tê

23-04-2020
Xalid Cemîl Mihemed
Endamekî hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, wêne: Rûdaw / Bilind Tahîr
Endamekî hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, wêne: Rûdaw / Bilind Tahîr
Nîşan Herêma Kurdistanê Qedexeya hatinûçûnê
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Îro qedexeya çûnûhatinê li Başûrê Kurdistanê bidawî tê, ku ji bo rêgirtin li belavbûna koronayê hatibû qedexekirin. Tê çaverêkirin, ji bo çûnûhatinê û vekirina wan cihên ku bi sedema belavbûna Virusa Koronayê hatibûne girtin, hêsankarî bêhtir bibe.

Ji bo asayîkirina çûnûhatinê û vekirina firoşgeh û bazaran, parêzgaran pêşniyarên xwe dane Wezareta Navxwe û li gorî rewşa parêzgehan, gavên asayîkirina jiyana welatiyan destpê dikin, heta wê dema ku ev virus bi tevayî bê kontrolkirin.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê, Sebah Hewramî ragihand: “Li gor vê qonaxbendiya ku me kiriye, hinek pêşketin têde hatiye kirin, me wek Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê ev plan pêşkêş kiribû, lê hinekî zûtir hatiye cîbicîkirin. Ne di vê baweriyê de me ku sibe jiyan asayî bibe, bi kêmanî pêwîstiya me bi 20 rojan heye, daku ber çavê me zelal bibe daku em bikarin biryarê bidin ka gelo ev vîrus bidawî bûye yan na. Niha ew qerebalixiya ku heye, metirsî ye ku nexweşiyê yekser belav bike.”

Beşek ji civîna duh a Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, hate taybetkirin bi rêkarên xweparêziyê û qonaxên asayîkirina jiyana welatiyan û nîşan bi wê yekê hate dan, kontrolkirina virusê qonaxeke gelekî baş derbas kiriye, lê hêj metirsiyên Koronayê bidawî nebûne.

Li gorî daxuyaniya wê civînê, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê tekezî li ser girîngiya berdewamiya rêkarên xweparêziyê û berdewamiya qonaxên asayîkirina jiyana xelkê kiriye.

Encûmena Wezîran nîşan bi wê yekê daye, ji bo parastina canên welatiyan, biryar hate dan deriyên mizgeft, kenîse û peristgehên din girtî bimînin, weke navendên xwendinê.

Ji bo xweparastinê ji belavbûna vîrusa Koronayê, dema 40 rojî qedexeya çûnûhatinê li Herêma Kurdistanê hate ragihandin, bi sedema kêmbûna tûşbûna bi virusê, qonax bi qonax çûnûhatin û karkirina firoşgeh û kargehên din ên karkirinê hatin asayîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst