Amerîka: Îran derbarê êrişa li Hewlêrê neçar bûye nûçeyên nerast belav bike

23-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Êriş Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Îranê kampanyayeke dezenformasyonê daye destpêkirin û nerçar bûye nûçeyên nerast derbarê êrişa li Hewlêrê belav bike.

Îranê 15ê vê mehê bi 11 mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan mûşekan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişê de Pêşrew Dizeyî, keça wî ya 11 mehî Jîne, mêhvanê wî Kerem Mîxayîl û xizmetkara mala wî Mîşelê canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Îran îdia dike ku wê li Hewlêrê baregeha Mossadê kiriye armanç lê rayedarên Herêma Kurdistanê û Îraqê vê îdiaya Îranê red dikin û dibejin eşkere ye sivîl bûne armanc.

“Cîhan rastiyê dizane”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê bi rêya maîlê bersiva Rûdawê da û got:

“Tevî propagandaya Îranê û belavkirina zanyariyên şaş jî cîhan dizane ku di encama êrişa Îranê ya li Hewlêrê de 4 kesên sivîl canê xwe ji dest da ku yek zaroka 11 mehî bû.

Herwiha herî kêm 17 welatiyên din birîndar bûn.”

“Îran zanyariyên şaş dide”

Komara Îslamî ya Îranê piştî ku mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî bombebaran kir, bi çêkirina wêne û vîdeoyên sexte hewl dide ji raya giştî ya navxwe û cîhanî re isbat bike ku ew girêdayî Mossadê bûye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekîldarî vê yekê jî got ku Îran nerçar bûye nûçeyên nerast belav bike û bêyî ku dudil bibe zanyariyên şaş dide û xelkê dixapîne.

Rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê wê êrişê şermezar dikin û red dikin ku baregeha Mossada Îsraîlê li Hewlêrê hebe lê rayedarên Îranê israr dikin ku wan navenda Mossadê kiriye armanc.

“Em piştgiriya helwesta hikûmeta Îraqê dikin”

Berdevekê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, piştegiriya xwe ji helwesta hikûmeta Îraqê ragihand ku ew tawanên Îranê red dike.

Berdevkê Wezaretê herwiha sersaxî ji malbata Pêşrew Dizeyî û malbatên qurbaniyên din re xwest.

"Cihan dizane ku Îranê sivîl kuştin"

Li aliyê din, Ofîsa Karûbarên Rojhilata Navîn a Wezareta Karên Derve Amerîkayê maila Rûdawê parve kir û got:

“Îran dizane, Îraq dizane û cîhan dizane. Êrişa bi mûşekan a Îranê ya li Hewlêrê pitikek ji di nav de 4 sivîl kuştin, 17 jî birîndar kirin.

Em li kêleka Îraqê ne ku îdiayên bêbingeh ên rejîma Îranê yên ku dibêje ‘Me bargeha Mossadê kiriye hedef’ red dike.

Rayedarên Îranê niha jî ji bo angaştên xwe qewîn bikin bi wêneyan dilîzin û dezenformasyonê dikin.

Ev nîşaneya dawî ye ku rejîma Îranê bêyî ku dudilî bibe dê derewan bike da ku tevgerên xwe yên xirabker veşêre.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst