Galeriya wêneyan

16-01-2024
14 Photos
RÛDAW

Supayan Pasdar a Îranê îşev bi deh mûşekên balistîk êrişî çend deverên Hewlêrê kir.

Di êrişa bi mûşekên balîstîk a Îranê de mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ya li Hewlêrê wêran bû.

Cenazeyê keça Dizeyî ya biçûk Jîneyê ji bin xirbeyan hat derxistin.

Jîne Dizeyî eger canê xwe ji dest nedaya dê 25ê vê mehê de bibûya yek salî

Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de got, “Me baregehên sîxuriyê yên Mosadê yên li Herêma Kurdistana Îraqê kirine armanc.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got, “Li gorî amarên destpêkê, 4 welatiyên sivîl şehîd ketine û 6 welatiyên din jî birîndar bûne.”

Wêne: Rûdaw