Îranê êrişî Hewlêrê kir: Gumanberekî Îranê yê ku xwe li goristanê diveşart hat desteserkirin

16-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Êriş Hewlêr Gumanbar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di dema êrişa bi muşekên balistîk a Supaya Pasdaran a Îranê de kesekî ku xwe li gorsitana Mela Omerê vedişart hat desteserkirin.

Supayan Pasdar a Îranê îşev bi deh mûşekên balistîk êrişî çend deverên sivîl ên Hewlêrê kir û kesên sivîl bûn qurbaniya êrişê.

Di encama êrişan de 4 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Çar mûşek jî bi mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ku li taxa Mele Omerê ya ketin.

Ji bilî Pêşrew Dîzeyî, zaroka wî ya yek salî Jînê û mêvanê wan karsazê ji Bexdayê Kerem Mixayîl canê xwe ji dest da. Hevjîna Dîzeyî û 2 zarokên wî jî bi giranî birîndar bûn.

Gumanbarek hat desteserkirin

Nûçegihanê Rûdawê diyar kir ku di dema êrişê de, kesekê xwe li nav goristana Mela Omerê ya ku nêzîkî mala Pêşrew Dîzeyî bû veşartiye.

Ew kes ji aliyê welatiyan ve hatiye desteser kirin. Li ser wî kesî nasnameya Îranê, dînarê Îraqî û 2 telefon hatine dîtin.

Kesê ji Îranê di îfadeya xwe ya yekem de got, “Ez ji bo kar hatime Hewlêrê.”

Welatiyan, gumanbar radestî hêzên ewlehiyê kir.

Welatiyên ku cara yekem gumanbar dîtiye got, “Bi WhatsAppê diaxivî. Dema em dîtin bi lez û bez axaftinên xwe jê birin.”

Têkildarî gumanbarê ku hatiye desteserkirin, daxuyaniyeke fermî nehatiye parvekirin.

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst