Tohmetbarên bûyera Mêrdînê îro derdikevin pêş dadger

23-01-2023
Abdulselam Akinci
Nîşan Mêrdîn Êrîşa Mêrdînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tohmetbarên bûyera Mêrdînê ku di encam de 5 welatiyên ji parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane, îro Duşemê demjimêr 11:00 derdikevin pêş dadger.

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî ku doza bûyera êrîşa li Mêrdînê dişopîne, ragihand tohemtbarên ku têkildarî bûyerê hatine desteserkirin, îro ber bi dadgeha Mêrdînê ve hatin veguhastin û biryar e demjimêr 11:00 derkevin pêş dadgehê.

Şeva 19ê Çileya 2023ê li parêzgeha Mêrdînê li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji parêzgeha Duhokê di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin.

Du kes ji wan bi navê Ehmed Celaledîn Îbrahîm (45 salî) û dayika wî Wehîde Heyder (63 salî) ji malbatekê ne, sê kesên din ji malbatekê ne û navê wan Hacî Ebdullah (69 salî), Çîmen Şahîn (75 salî) hevjîna wî û Hindirên Ebdullah (39 salî) keça wan e.

Li gor zanayriyên Rûdawê, têkildarî bûyera Mêrdînê 5 kes wek tohmetbar hatine desteserkirin.

Piştî lêpirsîna bi wan re li Fermandariya Cendirme ya Artukluyê, 5 kesên tohmetbar bo dadgehê hatin şandin, daku dadger derbarê wan de biryarê bide.

Berê hatibû gotin, têkildarî kuştina wan welatiyan, 6 kes hatine desteserkirin.

Parêzgariya Mêrdînê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku li ser biryara Serdozgeriya Komarê 4 kes hatine desteserkirin û lêkolîn berdewam e. Ajansa fermî ya Tirkiyê jî paşê ragihandibû, piştî wergirtina îfadeyên wan kesan 2 kesên din jî hatin desteserkirin û bi vî awayî hejmara gumanbarên bûyerê bo 6 kesan zêde bûbû.

Piştre hatibû gotin, ji wan 6 kesên desteserkirî 2 kes hatibûne berdan lê lêkolîn bi 4 gumanbarên din re berdewam e.

Li aliyekî din derbarê dosyeya Mêrdînê de biryara nepenîtiyê hatiye dan.

Hat diyarkirin ku kesên hatine desteserkirin, M.Ş, F.A, A.Y û A.K ne, yek ji wan qeyda wan a Şirnexê û 3 kesên din jî qeyda wan li Nisêbînê ye.

Di îfadeyên ewil ên li midûriyeta polîsan de derket holê ku gumanbar li xwe mikur hatine ku êrîş "ji bo diziyê" kirine, û demeke dirêj li pey mexdûran ketine.

Herwiha derket holê ku yek ji tohmetbaran bi navê F.A ew çend sal in li bajarê Duhokê di projeya Avro City de wek karkerê elektrîkê kar dike.

Malbata gumanbar diyar kir ku haya wan ji rewşê tuneye. Berpirsên projeya Avro City ji peyamnêrê Rûdawê re gotin, kesê navborî piştî wergirtina destûrê çûye bajarê xwe.

Gumanbarên ku dema desteserkirina wan 2 rojan hat dirêjkirin îro bo dadgehê hatin şandin.

Rêveberî û serkirdeyên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyên cuda de daxwaz ji rayedarên Tirkiyê kirin ku di zûtirîn dem de lêkolînê bikin û bûyerê zelal bikin.

Serkonsolê Tirkiyê yê li Hewlêrê ji bo Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hat gazîkirin û nota nerazîbûnê ji Enqereyê re hat dayîn û hat xwestin ku di zûtirîn demê de bûyer bê lêkolînkirin û zelalkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf jî ji hikûmeta Tirkiyê xwest ku bi hevkariya rayedarên Iraqî lêkolîneke “lezgîn” bide destpêkirin ji bo eşkerekirina sedem û hûrgiliyên êrîşê.

 

 


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst