Li Mêrdînê jina ku ji avahiyê ket canê xwe ji dest da

28-07-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Midyad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, jinek ji ber sedemeke ku heta niha nehatiye zanîn ji qata 6an a avahiyekê ket û canê xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyan li Taxa Baglarê ya Midyadê, doh jina bi navê Gulçîn U. ji qata 6an ket û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Gulçîn U. rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê lê wê tevî midaxeleya jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku dê sedema mirina Gulçîn U.yê piştî karên otopsiyê bê diyarkirin.

Li aliyê din, Serdozgeriya Komarê ya Midyadê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst