Tevgera bazirganî û geştyarî li sînorê Hacî Omeranê rawestiya

23-01-2020
RÛDAW
Nîşan Başûrê Kurdistanê Hacî Omeran Îran Rojhilatê Kurdistanê Pîranşar
A+ A-

Hacî Omeran (Rûdaw) – Ji ber barîna berfê û bayeke sar û bihêz û qeşagirtina erdê, rêya di navbera Pîranşarê li Rojhilatê Kurdistanê û Hacî Omeranê li Başûrê Kurdistanê hat girtin û tevgera bazirganî û geştyarî ya li deriyê sînorê Hacî Omeranê rawestiya.

Ji ber barîna rêjeyeke zêde ya berfê, geştên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê bi temamî hatine rawestandin.

Sepireştê Komelgeha Gumruka Navdewletî ya Hacî Omeranê, Mesûd Batêlî ji Rûdawê re ragihand, “tîmên Herêma Kurdistanê rêya sereke ya ber bi deriyê sînorî yê Hacî Omeranê vekirine û hatin û çûn li aliyê Herêma Kurdistanê heta deriyê sînor asayî bûye, lê belê li aliyê sînorê Îranê ve rêya navbera deriyê Sînor ku wek Temerçîn tê naskirin, û Pîranşarê ji ber barîna berfê hatiye girtin, û ji ber wê yekê jî tevgera bazirganî û geştyarî li sînorê Hacî Omeranê rawestiyaye.”

Mesûd Batêlî ji geştyaran û kesên ku di rêya deriyê sînor ê Hacî Omeranê re hatin û çûnê dikin, xwast ku serdanên xwe paş bixin, heta ku rê li aliyê din ê sînor jî tê kirin.

Batêlî diyar kir, “dibe ku heta roja Şemiyê 25ê Çile jî rê girtî bimîne û ti tevgerek di deriyê sînor re nebe.”

Qaymeqamê Qezaya Çomanê, Ehmed Qadir jî ji Rûdawê re ragihand, li aliyê Herêma Kurdistanê berfa li ser rê hatiye paqijkirin û rê vekiriye û niha ti pirsgirêk ji bo hatin û çûnê nîne, lê li aliyê Îranê rê hêj girtî ne.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst