Ayşegul Dogan: Derfetên çareseriyê hene

22-11-2024
RÛDAW
Nîşan Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Pirsa Kurd Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê behsa pêşhatên dawî kir û da zanîn ku heger “tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin” derfetên çareseriyê hene.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda partiyê li ser pêşhatên dawî di konferansa rojnamegeriyê de axivî.

Berdevkê DEM Partiyê amaje bi tayînkirina qeyûman û pêşniyaryasaya li ser tayînkirina qeyûman kir.

Li gorî gotina Ayşegul Doganê divê pêşniyaryasaya partiyên muxalefetê ya li ser tayînkirina qeyûman di parlamentoyê de were qebûlkirin û ew yasa biguhere.

“Tecrîda li Îmraliyê rakin”

Berdevka DEM Partiyê behsa çalakiyên ji bo rakirina tecrîda Abdullah Ocalan jî kir û wiha got:

“Tevlibûna Meşa Azadiyê sûc nîne. Nabe ku ev yek wekî hinceta tayînkirina qeyûm were nîşandan.

Pêşhatên dawî li cîhanê û Rojhilata Navîn, çareseriya Pirsa Kurd ferz dikin.

Zemîna çareseriyê heye. Em careke din bang dikin; ne bi polîtîkayên neçareseriyê lê bi gavên şênber û polîtîk ji vî dengî re bibin bersiv.

Şer, ji bilî mirin, êş û hêsrên çavan tu tiştek neda vî welatî. Îxtîmaleke din jî heye; dibe ku derfetek hebe.

Rêya afirandina vê derfetê jî ev e; tecrîdê rakin.

Birêz Ocalan, bi eşkereyî peyama çareseriya demokratîk a meseleya Kurd da.

Deriyên Girava Îmraliyê vekin. Heger derfetên birêz Ocalan qal dike bên afirandin, belkî jî zemîna siyasî û hiqûqî ya qala wê dike ava bibe.

Em careke din dibêjin; em li ser gotina xwe ne.

Li şûna ku bi cezayên disiplînê, bi qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re tecrîdê bidomînin, guh bidin deng û peyama birêz Ocalan.

Van qedexeyan rakin û bi mezinkirina hêviyê bersivê bidin.”

Doh parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re serî li Dadweriya 2yemîn a Înfazê ya Bursayê da.

Parêzeran da zanîn ku 6ê Çiriya Paşîn ji bo muwekîlên wan "6 meh qedexeya hevdîtinê" ya nû hatiye ragihandin.

Herî dawî 3yê Gulana 2024an hevdîtina bi Ocalan re 6 mehan hatibû qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst