Operasyona li Kampa Rojê bi dawî bû

07-04-2025
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistatnê Operasyon Kampa Rojê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxwe û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) “Operasyona Ewlehiyê” ya  li Kampa Rojê bi dawî kir û diyar kir ku di operasyonê de 16 çekdarên DAIŞê û hevkarên wê hatin girtin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiyê ya Navxwe  bi daxuyaniyekê ragihand ku Operasyona Ewlehiyê ya li Kampê Roj ku malbatên çeteyên DAIŞê lê dimînin, bi dawî kir.

Operasyonê 5ê Nîsana 2025an dest pê kiribû.

Li gorî daxuyaniyê operasyon bi serkeftî bi dawî bû û di operasyonê de 16 çekdarên DAIŞê û hevkarên wê hatin girtin.

"Operasyon bi serketî bi dawî bû"

Daxuyaniya Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rojavayê Kurdistanê wiha ye:

"Li kêlek wê jî operasyonên taybet ên şevê li gorî agahiyên ji yekîneyên îstîxbaratî hatine wergirtin, hatin lidarxistin.

Ev operasyon li gorî agahiyên hatine wergirtin ku şaneyên rêxistina DAIŞê ya terorîst di nava kampê de tev digerin, hate kirin.

Da ku pêşî li tevgerên wan şaneyan bigirin û wan bigirin. Şaneyan hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bikin, îdeolojiyên xwe bixin serê biçûk û mezinan.

Di operasyona de, hêzên me ev xebat kirin:

·Li tevahî beşên kampê lêgerîn û operasyon hat kirin.

·Operasyonên taybet ên şevê, li gorî agahiyên îstîxbaratî yên hatine wergirtin, hatin kirin.

·16 çeteyên DAIŞê û hevkarên wan hatin girtin ku destê wan di tevlêkirina endamên nû û revandina malbatan de heye.

·Alavên pêşketî ku di têkildana bi derve re dihatin bikaranîn hatin desteserkirin.

·Tonelek veşartî ku derbasî derveyî kampê de ku revandinê hêsan bike, hat dîtin.

Her wiha li gorî lêpirsînan hat eşkerakirin ku şaneyên terorîst fikrên rêxistina tundraw di zarokan de diçand ku hawirdoreke piştgiriyê bide fikra tundrawiyê ava bike lê hişyariya hêzên me û pransîbên wan ên exlaqî û mirovî ev hewldan bi temamî têk birin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst