Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku hatina mêvanan a ji Herêma Kurdistanê ji bo Newroza Amedê peyameke girîng e û dê bibe bingeha hevgirtina Kurdên li Bakur û Başûrê Kurdistanê.
Newroza Mezin îro li Ameda Bakurê Kurdistanê tê pîrozkirin û gel diherike qada Newrozê.
Agirê yekem ê Newroza îsal 12ê Adarê li navçeya Licê ya Amedê hat pêxistin û pîrozbahiyan heta îro dewam kir.
Îro jî dora Newroza Mezin a Amedê ye, şahî li Parka Newrozê tê lidarxistin.Berdevkê DEM Partiyê li ser amadekariyên merasîma Newrozê axivî û got ku ji Herêma Kurdistanê jî mêvan dê tevlî merasîma Newrozê bibin.
Berdevka DEM Partiyê destnîşan kir ku Newroz cejna neteweyî ya Kurdan e û got: "Her ku qedexe zêde bûbin xelkê me jî zêdetir li cejna neteweyî ya xwe xwedî derketiye."
Ayşegul Doganê piştrast kir ku gelek mêvanên navdar ji Herêma Kurdistanê jî tevlî Newroza Amedê bûne û got, "Hatina wan mêvanan ji Herêma Kurdistanê dê peyameke girîng bide neyarên gelê Kurd."
Berdevkê DEM Partiyê bang li hemû Kurdan kir ku beşdarî merasîma Newrozê bibin û bi hev re li dijî polîtîkayên dujminatiya Kurdan derkevin.
Ayşegul Doganê bersiv da pêşkeşkara Rûdawê Hêvîdar Zanayê û behsa Newroz û pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan kir.
Hevpeyvîna Hêvîdar Zana û Ayşegul Doganê wisa ye:
Rûdaw: Tu bi xêr hatî, Newroza te pîroz be.
Ayşegul Dogan: Spas.. Newroza we, hemû gelê Kurdistanê û yên ku Newrozê pîroz dikin pîroz be.
Rûdaw: Di Newroza îsal de em tiştekî cuda dibînin? Dê peyameke taybet hebe?
Ayşegul Dogan: Ew kesên ku axaftinan pêşkêş dikin hene, ku ew hebin bêguman dê peyameke taybet hebe. Me ev Newroza xwe wek Newroza azadiyê pênase kiriye, ji bo me newrozeke dîrokî ye, lewma jî divê peyameke taybet jî hebe. Hevseroka me li vir axaftinê dike û hin mêvanên me jî hene. Eger ew peyama ku hûn dipirsin, peyama rêzdar Ocalan be, peyam negihîştiye, ji ber ku ti hevdîtineke nû pê re nehatiye kirin.
Rûdaw: Wekî siyasetmedarek baweriya te bi vê yekê heye ku vê carê bi rastî aştî bê pêk were?
Ayşegul Dogan: Wekî siyasetmedar, jineke Kurd û hevwelatiyeke Tirkiyeyê her dem ew hêviya min heye, ew hêviya me tunebûya me nikaribû li vî welatî bêhneke jî bistînin. Ez bawer dikim em dikarin aştî û çareseriyeke berdewam ji bo vê pirsgirêkê pêk bînin lê ez dizanim ne hêsan e û bi roj û hefteyan nabe lê hêviya me heye. Gel jî daxwaza aştiyê dike û me jî ew hêvî heye ku em karibin wê bînin holê.
Rûdaw: Piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan gava duyem, divê çi be?
Aysegul Dogan: Gavekê din; piştî bangê, divê tiştên ku di vê bangê de hatine xwestin, pêk bên
Piştî bangê, gavekê din heye ku divê tişta bang lê hatiye kirin, pêk were. Behsa civaka demokratîk tê kirin, behsa aştiyê tê kirin, behsa kongreya PKKyê tê kirin. Berpirsên PKKyê bi xwe bersivê bidin û nexşerêya xwe pêşkêş bikin, em nikarin li şûna wan bersivê bidin.
Bi giştî gava ku em li bûyerên Tirkiyeyê binêrin, bûyera ku li Stenbolê pêk hat ku mezintirîn bajarê Tirkiyeyê ye û Tirkiyeyeke biçûk e, gelê bi bawerî û nasnameya cuda li Stenbolê dijîn, 16 milyon şêniyên hene, niha desteserkirina îradeya Stenbolê li rojevê ye. Ev baweriya xelkê dişkîne û gumanan zêdetir dike. Di cihê ku em gumanan zêdetir bikin, divê berevajî were kirin, wê çaxê piştgiriya civakê û baweriya wan jî zêdetir dibe, pêwîstî û helwêst jî ji bo aştiyê bilindtir û hêsantir dibe. Nexşerê diyar û zelal e û divê çi were kirin, desthilat jî divê gav biavêje.
Rûdaw: Li gorî daxwaza dewletê, Bahçelî û wê dema ku wî diyarkiriye, PKK dikare kongreyê bike?
Aysegul Dogan: Ev yek divê PKK bersiv bide lê PKK bi xwe jî dibêje, mercên kongreyê ji bo wan ne amade ne. Çima ne amade ye? Sedemê jî nîşan didin lê em li peyamên wan dinêrin, cihê dilxweşiyê ye ku zû bersiva bangê Birêz Ocalan dane û gotin jî ku amade ne. Wan gotin ku ji bo kongre û danîna çekan jî amade ne lê amadekarî û mercên pêwîst divê hebin. Ji bo merc û amadekariyên ku ew bi xwe divê biryar bidin, gelo amadekariya ewlekariyê ye yan çi ye çawa werin avakirin, desthilatdar jî divê bersivê bidin. Banga dîrokî ye lê ji bo pêkanîna naverokê divê hemû alî ya ku dikeve ser milê wan pêk bînin.
Rûdaw: Di vê demê de Kurd dikarin beşek ji mafên xwe bi dest bixin?
Aysegul Dogan: Ev hefteyek e, ji ber Newrozê ez li Kurdistanê me. Ez dikarim bibêjim bajar bi bajar me her roj du ahengên Newrozê pîroz kirine, niha jî em li qada Newrozê ya Amedê ne. Diyar e, Kurd heta niha gelek tişt bi dest xistine, ya yekemîn, hebûna Kurd e ku kesek nikare wek tunebûn bizane. Dudu, ziman û nasnameya Kurdî nayê red kirin. Ji bo çareserkirina Pirsgirêkên Kurdan divê destkeftiyên li vir bi awayekî qanûnî bên parastin. Daxwaz û xwesteka Kurdan ev e, li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û diyasporayê bikaribin bi nasnameya xwe azad bijîn, her ev e û tiştekî din nîne. Niha em di qonaxeke dîrokî de ne û divê kes gavê paş ve neavêje. Em dikarin vê derfeta dîrokî bikin pêvajoya çareseriyê, ez dubare dikim ku hêsan nîne, divê kesên li dijî hebin, lîstikên cûrbicûr bên kirin lê em jî divê baweriya me bi xwe hebe û hemû destêwerdanan rawestînin. Yekîtiya gelan zehf pêwîst e, li Kurdistanê gelên cuda dijîn û dikarin bi hev re bijîn, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd çiqas yekîtiya gelan pewîst be, ewqas jî yekîtiya Kurd û Kurdistaniyan pêwîst e. Ez dibêjim em ê bi ser bikevin û destkeftiyên kurdan jî biparêzin li gorî qanûn û bingehên hiqûqî.
Rûdaw: Şandeya we bi hemû partiyên siyasî re civiya û piştî Newrozê hûn dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re bicivin. Piştî dîtina Serokkomarê Tirkiyeyê bi ya we dê çi gav bên avêtin?
Ayşegul Dogan: Ji bo vê divê em pêşî bizanin kengî dê civîn çêbibe û naverok dê çi be û çi dê bê gotin. Ez careke din dibêjim, axaftin tenê ne bes e, her civînek nirxê xwe heye, civîn bi serokkomar re bêguman bi qîmet e lê di gel civînê de kiryar pêwîst in.
Rûdaw: Niha agirê Newrozê li Amedê hatiye vêxistin, ew qerebalixiya ku hûn li bendê bûn, çêbû?
Ayşegul Dogan: Qada çalakiyê tijî bûye. Hemû ew deverên ku em çûn, xelk coşeke gelekî mezin heye, li Amedê hê di destpêkê de ye lê cih nemaye, tevî ku yên li ser kar in û yên li ser kar in nekarîne bên. Doh me pêşniyarek ji bo qanûnê da Parlamentoya Tirkiyeyê pêşkêş kir ku 21ê Adarê bi fermî bibe cejna gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn. Rewşa hewayê jî ne xweş e lê cih nemaye, ev amadebûn û coşî divê ji aliyê berpirsiyaran ve wekî peyamekê were dîtin. Ev xwedîderketin ne ji xwe ve ye û ev xwedîderketin li bangawaziya çareserî û aştiyê û rêbaza siyaseta demokratîk e; pêwîstiya me niha bi firehkirina vê yekê heye. Lê niha girtî û wendayî hene û gelekî kes li vir ji aliyekî ve xemgîn in û ji aliyekî din ve jî şahiyê li dar dixin. Di dîrokê de ji bo me Kurdan şahî û şîn bi hev re bûne, ku ne hêjayî gelê Kurd in.
Rûdaw: Mêvanên taybet ji Başûrê Kurdistanê hatine?
Ayşegul Dogan: Rast e, beriya niha bi demekê me bi hev re govend gerand.
Rûdaw: Hûn hatina mêvanên ji Başûrê Kurdistanê çawa dibînin?
Ayşegul Dogan: Ji bo Kurdan ev peyameke gelekî girîng e, mezintirîn kêmasiya dîroka me ya Kurdan, kêmasiya yekîtî û yekdengiyê ye. Ne pêwîst e ku em hemû wekî hev bifikirin, dikare siyaseta me ya cuda hebe, ev dewlemendiya me ye, ev nayê wê wateyê ku em pişta xwe bidin hev û divê em piştgiriya hev bikin û pêşengiya lihevhatinê û aştiya di navbera gelan de bikin, em jî û gelên din jî dê xurt bibin. Îro gelek mêvanên me ji hemû cîhanê hatine lê em gelekî kêfxweş in ku ji Başûrê Kurdistanê mêvanên me hatine, ew kesên ku bi navê Herêma Kurdistanê, bi navê rêzdar Mesûd Barzanî ve îro li vir in me dilxweş dikin, her wiha ji Silêmaniyê jî mêvanên me hatine gelekî kêfxweşî dane me. Peyamên wan Kurdan kêfxweş dikin, li her derê ku be, lihevkirina navxweyî ya Kurdan gelekî pêwîst e.
Heyeta we di van rojên dawiyê de çû Îmraliyê?
Ayşegul Dogan: Na.
Rûdaw: Yanî peyam nîne.
Ayşegul Dogan: Na peyam nehatiye, çimkî heyeta me neçûye. Her nûçeyek bê belavkirin ku wekî ji aliyê rêzdar Ocalan ve îro peyam heye rast nîne.
Rûdaw: Ji bo ku tu bû mêhvana me gelekî spas.
Ayşegul Dogan: Spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse