Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya dîrokî ya Sûra Ameda Bakurê Kurdistanê LiteraKurd Mala Wêjeyê bi merasimeke taybet deriyê xwe ji wêjehezan re vekir.
Ev saziya nû dê bi armanca geşkirina ziman kar û xebatên edebiyatê bike û hewl bide ku ev mala edebiyata Kurdî ji wêjekarên Kurd re bibe sîwanek û li gel parastina ziman, edebiyata Kurdî jî pêş bikeve.
"Em dixwazin hemû zaravayên Kurdî bînin ba hev"
Nivîskar Îsko Bingol diyar kir ku kakilê vê xebatê pênc kesên derdora kovara Kurdeçîrokê ne û got: "Em dixwazin di warê Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) de û hemû zaravayên Kurdî jî bînin ba hev û sînorê nav zimanan rakin."
"Ev derî wê bibe sembola vegera edebiyata Kurdî ya bajêr"
Nivîskar Mehmet Dîcle jî da zanîn ku bi salan e dewletê Kurdî bi awayekî ji bajaran derxistiye û got, "Me jî xwest em dîsa vegerin bajêr. Ev derî dê bibe sembola vegera edebiyata Kurdî ya bajêr.
Ev bajêr yê me ne. Em dê bajaran bikin yê xwe, yê edebiyata Kurdî. Ev derî jî sembola wê ye."
"Dê bibe pirdek di navbera zaravayên Kurdî de"
Nivîskar Xezal Redkanî jî li ser girîngiya LiteraKurd Mala Wêjeyê axivî û got: "Bi giştî ji bo edebiyata Kurdî û i navbera zaravayên Kurdî de ji bo edebiyata beşên din ên welat jî ev der yê bibe pirek."
Di merasîma vekririna LiteraKurd Mala Wêjeyê Antropolog Serdar Şengul û nivîskar Mehmet Dîcle bi sernava "Di Serdema Modern de Kurd, Bajar û Edebiyat" panelek hat lidarxistin.
"Ev dê bibe deriyekê xêrê"
Akademîsyen û nivîskar Prof. Dr. Abdurrehman Adak jî got, "Vekoler û nivîskarên sivîl xwedî li vî karî derdikevin, dîsa piştgir jî sivîl in.
Di vî warî de ez hêvî dikim ku bibe deriyekê xêrê ku ji bo di nav gel de ziman, çand, tore û edebiyata Kurdî geş bibe."
"Wê ciwankariya hunera Kurdî bilind bibe"
Helbestvan Berken Bereh jî diyar kir ku ev der stargeheke edebiyat û zimanê Kurdî ye û got:
"Ez bawer dikim bi vî mekanî wê ciwankariya hunera Kurdî bilind bibe û derkeve pêş. Her wiha gelek kesên nû yê bi saya vî mekanî daxilî nav edebiyata Kurdî bibin."
Nivîskar Îrfan Amîda jî destnîşan kir ku mekanên bi vî rengî dê edebiyat, deng û zimanê Kurdî û Kurdbûnê bi awayekî fenomenolojîk careke din bixin bajêr.
Nivîskar Îrfan Amîda got, "LiteraKurd dê esas xwediyê bajêr li bajêr vegerîne."
LuteraKurd Mala Wêjeyê dê bi atolye û kursên nivîskarî û çalakiyên reng bi reng ên wêjeyî rê li ber wêjekarên ciwan veke û wêjehezên bajêr di bin sîwana LiteraKurdê de bîne cem hev.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse