Ayşegul Dogan: Em texmîn nakin ku banga Ocalan bimîne heta Newrozê

18-02-2025
RÛDAW
Ayşegul Dogan û Hêvîdar Zana\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Ayşegul Dogan û Hêvîdar Zana\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Ayşegul Dogan DEM Partî Abdullah Ocalan Pêvajoya Çareseriyê Îmralî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir ku ew texmîn nakin ku bangawaziya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bimîne heta Newrozê.

Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Doganê doh eşkere kir ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji KCKyê, serkirdayeyên Rojavayê Kurdistanê û rêxistina PKKyê ya Ewropayê re 3 name şandine.

Ayşegul Dogan bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û li ser pêşhatên pêvajoyê wiha axivî:

“Piştî ku şandeya me ya ku aniha li Kurdistanê ye vegere em dê di nava xwe nirxandinan bikin. Ew jî dê hin nirxandinan bikin.

Piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo pêvajoya çareseriyê ji bo DEM Patiyê ji bo gelê Kurd gelekî girîng e.

Gelek pêwendiyên bi qîmet hatin kirin wisa diyar e ku êdî hemû kes dixwaze ev nîqaşa Pirsgirêka Kurd bi rêyên demokrasiyê çareser bibe.
Şandeya me piştî ku vegere dê daxuyaniyekê bide gelên vir jî. Çi hat gotin? Çi hat axaftin? Peyama Rêzdar Ocalan çawa hat pêşwazîkirin? Wê bê eşkerekirin.”

“Gelek kes dixwazin Ocalan bibînin”

Berdevka DEM Partiyê amaje bi wê yekê kir ku gelek kes dixwazin Ocalan bibin û wiha got:

“Hêviya me ew e ku ev tecrîda giran a li ser Rêzdar Ocalan jî êdî rabe û rêya hevdîtinan vebe û kesên wekî rojnameger, parêzer biçin Abdullah Ocalan bibînin.

Akademîsyen û siyasetmedarên ku bi salane bi vê mesleyê re eleqedar dibin dixwazin herin Rêzdar Abdullah Ocalan bibînin.

Em texmîn nakin ku bangawaziya Rêzdar Ocalan bimîne heta Newrozê.

Em nûçeyan dibînin ku rojnameger, nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedar bi salane dixwazin Ocalan bibin.

Em niha hin nûçeyan dibînin ku hin daxwazên serdanê hene.

Fikr û zikir hevdû nagirin divê fikir û kiryar hevdû bigirin.

Li aliyekî din qeyûman tayîn dikin li aliyê din behsa vekirina rûpeleke nû bê kirin ev her du bi hev re nameşe.

Divê hikûmet biryarekê bide divê vê pergalê bi rê û rêbazan biguherînin.

Divê axaftina Kurdan a bi zimanê wan nasnameya wan qebûl bikin.

Bi salane dibêjin, Kurd dixwazin vî welatî parçe bikin’ bi salane dibêjin,’Kurd dixwazin şer bikin’ bi salane dibêjin, ‘Kurd alîgirê xirabkirinê ne’ diyar dibe ku bê ka kî alîgirê û xirabiyê ye û kî alîgirê çêkirinê ye kî alîgirê demokrasî û aştiyê ye.

Her tişt xwiya ye her tişt li pêş çavan e. Bi salan e destê Kurdan li hewayê ye. Kurd li bendê ne ku destê wan were girtin.  

Destkeftiyên Kurdan ji bo Tirkiyeyê ne talûke ye û destkeftiyên Tirkiyeyê jî ji bo Kurdan ne talûke ye.   

Eger em dibêjin divê tifaqeke dîrokî di navbera Kurd û Tirkan de were avakirin divê loi gorî wê jî gav bên avêtin.”

“Em dê bi partiyên Bakurê Kurdistanê jî re hevdîtinan bikin”

Ayşegul Doganê amaje bi wê yekê kir ku ew dê nûnerên partiyên Kurdistanî jî bibînin û wiha domand:

Hêviya me ew e ku şandeya me piştî ji Herêma Kurdistanê vegeriya careke din here Îmraliyê.  

Em nizanin Abdullah Ocalan dê çawa, li kû û bi çi awayî bang bike.

Rêzdar Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Bafil Talebanî, Qubad Talebanî aktorên girîng in.

Hevdîtina Mezlûm Ebdî û Mesûd Barzanî dilê hemû Kurdan xweş kir.

Em dê nûnerên partiyên Bakurê Kurdistanê jî bibinin û bîr û nêrînên wan jî wergirin lewre nêrînên wan gelekî girîng in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst