Kurdish Monitoring: Zimanê Kurdî di qada giştî de tê astengkirin

08-04-2025
RÛDAW
Nîşan Kurdish Monitoring Zimanê Kurdî Qedexeya Zimanê Kurdî Edebiyata Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Rapor û Şopandina Mafên Zimanê Kurdî Kurdish Monitoringê rapora xwe ya 3 mehên sala 2025an belav kir.

Li gor rapora Kurdish Monitoringê di sê mehên destpêka îsal de li qada giştî, çapemeniyê, qada çand û hûnerê û li girtîgehan di warê bikaranîna zimanê Kurdî de 24 binpêkirinên cûda çêbûne.

24 bûyerên binpêkirina mafên zimanê Kurdî hatine tomarkirin

Li gor raporê di mehên Kanûna Paşîn Sibat û Adara îsal di warê bikaranîna Kurdî de 24 binpêkirin çêbûne û 8ê wan di ragihandinê de û 7ê wan jî di qada çand û hûnerê de pêk hatine.

Her wiha di qada giştî de 5 binpêkirin û li girtîgehan jî 4 bûyerên binpêkirinê rû dane.

Binpêkirinên Zimanê Kurdî

Ragihandin

8

Çand û Hûner

7

Qada Giştî

5

Girtîgeh

4

Mîkrofon, malpereke Kurdî û pankartên Kurdî hatin astengkirin

Li gor rapora Kurdish Monitoringê, li Zanîngeha Teknîk a Gebzeyê 20 xwendekarên jin roja 8ê Adarê xwestine çalakiyekê saz bikin lê bi hinceta pankartên wan bi Kurdî ne çalakiya wan hati astengkirin.

Li Parlamentoya Tirkiyeyê Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli dema bi Kurdî gotiye "Jin Jiyan Azadî" mîkrofona wê hatiye girtin.

Malpera Kurdî ya Dengê Amerîka (Voice of America) bi heman hincetê hat astengkirin.

Dema Ahmet Turk 27ê Sibatê peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi Kurdî xwend, bêjera Sozcu Tvyê dev avêt Kurdî û ew peyam belav nekir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst