KNK: Dagirkerên Kurdistanê komployan girê didin

17-01-2024
Nîşan KNK Kurdistan Komplo Hewlêr Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) êrişa Îranê ya li Hewlêrê şermezar kir û got, “Dagirkerên Kurdistanê ji bo nehiştina gelê me û serkeftinên gelê me dek û dolaban digerînin.”

Îranê şeva duşemê (15.01.2024) bi mûşek û dronan êrişî Hewlêrê kir.

Di vê êrişê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

KNKyê doh li ser van êrişan daxuyaniyek belav kir û anî zîmên, “Em hemû êrişên li ser gelê xwe û destekftên gelê xwe şermezar dikin.”

KNKyê bangî gelê Kurdistanê kir ku li hemû bajaran bêyî ferq û cudahiyê nerazîbûna xwe nîşan bide û destnîşan kir ku divê gel ti cihî neyê astengkirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê herwiha ji diyasporaya Kurdî jî xwest ku li hemberî êrişên bêdeng nemîne.

KNKyê di daxuyaniya xwe de bangî civaka navdewletî jî kir û got:

“Em ji civaka navdewletî û hevpeymanan dixwazin ku li hemberî van êrişan dengê xwe rakin û ji van êrişan re sînorekî diyar bikin.”

“Plana nehiştina hebûna destûrî ya Herêma Kurdistanê tê girêdan”

KNKyê herwiha amaje pê kir ku li ser Kurdistanê plan û koplo hene û pê de çû:

“Li Bakur û Rojhilat siyaseta înkarê tê birêvebirin û li Başûr û Rojava jî plana nehiştina xweseriya Rojava û nehiştina hebûna destûrî ya Herêma Kurdistanê tê girêdan.

Di vê çarçoveyê de êriş û dagirkirina Îran û Tirkiyeyê rojana berdewam dikin.

Herî dawiyê jî Îranê bi mûşekan êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir û cihên sivîlan kirin armanc.”

“Em dikarin bi hevgirtinê planên wan têk bibin”

KNKyê di daxuyaniya xwe de rexne li rêveberiya Herêma Kurdistanê jî girtin û got, “Mixabin desthilata Herêma Kurdistanê temamkera planên dewletên dagirker e.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “desthilata Herêma Kurdistanê nakokiyên di nav bajaran de kûrtir kirine û li hemberî dijminên Kurdan îradeya gel lawaz kiriye” û ev peyam da:

“Em tenê dikarin bi îrade û hevgirtinê bi dagirketan re têbikoşin û planên wan têk bibin.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê herwiha di daxuyaniya xwe de bi bîr anî ku “parastina Herêma Kurdistanê erkê destûrî yê Îraqê ye” û divê erkê xwe bi cih bîne.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) sala 1999an li Holendayê hat avakirin û ev 10 sal in li Hewlêrê jî ruxseta wê ya xebatê heye.

Piraniya partiyên Kurdistanê endamên KNKyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst