HEWLÊR - Endamekî KNKyê di êrişeke çekdarî de canê xwe ji dest da

18-09-2023
RÛDAW
Nîşan KNK Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê di êrîşa çekdarî ya li malekê de kesekî canê xwe ji dest da.

Hat zanîn ku kesê ku di êrişê de canê xwe ji dest daye endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Denîz Cevdet Bulbun e.

Îro danê nîvro li maleke li Kolana 97an a Taxa Raperînê êrişeke çekdarî pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin êrişkarê ku hat malê li derî xistiye, paşê ketiye hundir û 5 caran gule li kesê bi navê Denîz Cevdet Bulbun reşandine.

Piştî ku êrişkar gule li Bulbun reşandin ji cihê bûyerê reviya.

Bulbunê ku gule li serê wî ketibûn canê xwe ji dest da.

Piştî êrişê hêzên asayişê çûn cihê bûyerê, lêkolîn kirin û lêpirsîn da destpêkirin.

KNK: Kuştina endamê me ya li Hewlêrê kiryareke terorîstî ye

Endamekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) diyar kir ku kesê îro li navenda wan a li Hewlêrê hatiye qetilkirin endamê wê kongreyê bûye û got:

“Bûyer terorîstî ye û kujer di kamerayan de bi zelalî tê dîtin.”

Endamê KNKyê Şukrullah Hemenemîn ji Rûdawê re axivî û got:

"Bûyer demjimêr 13:30î de çêbûye.

Kesek bêyî ku rûyê xwe bipêçe û bê maske çûye navenda me ya li taxa Şoreşe ya Hewlêrê. Piştî lêxistina derî hevalê me derî vekiriye, kujer çend gule lê reşandine û ew kuştiye.”

Herwiha Hemedemîn diyar kir, “Li gorî îfadeyên şahidan, kujer piştî kuştina hevalê wan bi qasî 50 metreyî reviyaye, dûre bi rengekî normal ji wir dûr ketiye.”

Li gorî Şukrullah Hemedîn, ev zêdetirî 10 sal in Denîz bi fermî destûra karkirinê li Hewlêrê wergirtiye û wiha berdewam kir:

“Hevalê me yê ku hat kuştin li ofîsa Hewlêrê kar dikir û endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê bû û ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve dihat naskirin.”

Şukrullah Hemedemîn diyar kir ev cara yekem e ku li Hewlêrê endamekî wan tê kuştin û got:

''Divê dezgehên ewlehiyê kujer eşkere bikin.''

Denîz Cevdet Bulbun navçeya Geverê ya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst