Wezîrê Parastinê yê Holendayê hat Hewlêrê

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Holenda Ruben Brekelmans Hewlêr Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Holendayê Ruben Brekelmans îro tê Hewlêra û dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Wezîrê Parastinê yê Holendayê Ruben Brekelmans îro tê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Li gorî zanyariyên Rûdawê Wezîrê Parastinê yê Holendayê Ruben Brekelmans dê ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl ve were pêşwazîkirin.

Biryar e Ruben Brekelmans dê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Li gorî Wezareta Pêşmergeyan dê di civîna Nêçîrvan Barzanî û Ruben Brekelmans de reforma Pêşmergeyan û alîkariya Holendayê ya ji bo Pêşmergeyan bê gotûbêjkirin.

Her Wiha Ruben Brekelmans di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de dê here serdana leşker û şêwirmendên welatê xwe jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst