Endamê KNKyê li Hewlêrê hatibû kuştin: ‘Ev êriş li dijî tevahiya Kurdistanê ye’

20-09-2023
Nîşan Denîz Cevdet Bulbun Hewlêr Kuştin KNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka KNKyê Zeynep Mûrad li ser kuştina Denîz Cevdet Bulbun got, “Ev êriş li dijî ewlehiya Hewlêrê û tevahiya axa Kurdistanê hatiye kirin.”

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Denîz Cevdet Bulbun, 18ê Îlonê li Hewlêrê di encama êrişeke çekdarî de hatibû kuştin.

KNKyê li ser kuştina andamê xwe daxuyinek da û da zanîn ku ev êriş ne tenê li dijî KNKyê di heman demê li dijî ewlehiya Hewlêrê û tevahiya Kurdistanê ye.

Hevseroka KNKyê Zeynep Mûradê kuştina Denîz Cevdet Bulbun şermezar kir û got:

“Hedefgirtina Şaxa KNKyê ya Hewlêrê, tê wateya hedefgirtina xebatên yekitiya neteweyî.”

Mûradê herwiha da zanîn ku “dijmin” ji xebatên yekîtiya Kurdan ditirse.

Endamê KNKyê Şukrulah Hemenemîn li ser kuştina Bulbun ji Rûdawê re gotibû ku ev cara ewil e li Hewlêrê endamekî wan tê kuştin û ''Divê dezgehên ewlehiyê kujer eşkere bikin.''

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst