Serkan Ramanli li ser Doza Kobaniyê axivî!

22-05-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê Serkan Ramanli
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli Doza Kobaniyê şiband Doza Robozikê û got ku yên li piştî perdeyê nehatine eşkerekirin û derbarê wan tiştek nehatiye kirin.

Ramanli herwiha diyar kir ku wan li Parlamentoya Tirkiyeyê dengê  erê daye pêşniyara DEM Partiyê ya derbarê bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşîna 2014an.

Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli duh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê Doza Kobaniyê peyemak belav kir.

Serkan Ramanli di peyama xwe got:

“Aqûbeta Doza Kobaniyê jî wekî ya Doza Robozikê lê hat.

Daraza ku di dosyeya Robozikê de gotibû ‘Me failên komkujiyê nedîtin’ di vê dosyeyê de jî gotiye me ew kesên li pişt kuştina Yasîn Boru û hevalên wî û bi dehan welatiyên din nedîtine! Tetikkêş besî we ne.”

Grûba DEM Partiyê pêşniyarek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kir û xwest rastiyên bûyerên Çiriya Pêşîna 6-8ê 2014an bên lêkolînkirin.

DEM Partiyê di wê pêşniyara xwe de ragihand ku wê 54 kesan canê xwe ji dest da û 47 kes HDPyî bûn.

Serkan Ramanli eşkere kir ku wan dengê erê daye wê pêşniyara DEM Partiyê da ku kesên di bûyerên Çiriya Pêşîna 6-8ê 2014an de rola wan hebûye bên eşkerekirin.

Ramanli herwiha da zanîn ku ew pêşniyara DEM Partiyê bi piraniyan dengan hatiye redkirin.

Çi bûbû?

Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê di rûniştina 83yan a dozê de Selahattîn Demîrtaş bi 42 salan, Fîgen Yuksekdag bi 33 sal 3 mehan, Amet Turk bi 10 salan û bi dehan siyasetmedarên din jî bi dehan salan ceza kiribûn.

Doza Kobaniyê piştî êrişa DAIŞê ya ser Kobaniyê, ji ber protesto û nerazîbûnên di 6-8ê Çiriya Pêşîna 2014an ên li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê de sala 2016an li dijî siyasetmedarên HDPyê hatibû vekirin.

Di wan xwepêşandanan de 46 kes hatibûn kuştin û 682 kes jî birîndar bûbûn.

Siyasetmedarên HDPyê di Doza Kobaniyê de wekî berpirsên destpêkirina wan xwepêşandanan tên tohmetbarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst