Doza Kobaniyê: Biryara berdewamiya girtîbûna siyasetmedarên HDPyê hat dayîn

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 22yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê di Doza Kobaniyê de biryara berdewamiya girtîbûnê ya siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da.

Lêkolîna mehane ya rewşa girtîbûnê li ser Doza Kobaniyê hat kirin.

Di dozê de hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi tevahî 108 kes tên darizandin.

Di Doza Kobaniyê de darizandina 18 kesan bi awayekî girtî berdewam dike.

22yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ku dozê bi rê ve dibe, biryarên xwe yên derbarê dozê de li sîstema online a daraza Tirkiyeyê bar kirin.

Dadgehê hemû daxwazên derbarê berdana kesên girtî yên dozê û rakirina tedbîrên edlî yên kesên ji derve tên darizandin bi piraniya dengan red kirin.

Dadgehê biryar da ku rewşa girtîbûnê ya siyasetmedarên HDPyê berdewam be.

Dadgeha navborî “gumana revîna kesên di dosyeyê de tên darizandin” jî wek hincet ji bo biryara xwe diyar kir û got ku dê tedbîrên kontrola edlî ji bo wan kêm bimîne.

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş daxwaz kiribû ku hemû axaftinên wî û parlamenterên din ên girtî yên HDPyê li parlamentoyê wek parlamenterî kirine li dosyeya dozê bên zêdekirin.

Demîrtaş herwiha xwest ku kesekî pispor di çarçoveya madeya 83yemîn a parêzbendiya parlamenteriyê de derbarê wan axaftinan de raporekê amade bike.

Dadgehê her du daxwaz jî bi hinceta ku “axaftinên heyî yên tomarkirî têrê dikin” red kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst