Leyla Zana: Em Kurd dê îradeya xwe ji bo xwe bi kar bînin

22-03-2024
Zînê Cahîde Akgul
Leyla Zana
Leyla Zana
Nîşan Leyla Zana Newroz Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê di çarçoveya kar û xebatên hilbijartinên xwecihî de li parêzgeha Kilisê bû.

Erdogan amaje bi hevkariya rêveberên CHP û DEM Partiyê da û îdia kir ku di navbera her du partiyan de hevkariyeke dizî heye ku dengder nizanin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got:

“Naverok û kûrahiya rêkeftina ku ligel kesên di bin siya Qendîlê de siyasetê dikin hatiye kirin ne welatiyên me yên CHPyî û ne jî kesekî din dizane.

Li beramber çi û li kîjan navçeyan berbijêrên xwe vekişandin, lîsteyên xwe yên encûmenên şaredariyê li gorî çi diyar kirine, bi berbijêrên asîmîle re dixwazin çi bikin?

Herwiha dengdêrên CHPyê û hinek rêveberên wê jî, agahiya wan ji dek û dolabên ku li pişt deriyan tên kirin nîne. Zanyarî û agahiya dengdêrên DEM Partiyê jî nîne.”

Ligel vê yekê di şahiya Cejna Newrozê de ku DEM Partiyê li parêzgeha Amedê saz kiribû di hemû gotaran de amaje bi îradeya serbixwe ya gelê Kurd hat kirin.

Siyasetmedar û Parlamentera berê ya HDPyê Leyla Zanayê ku piştî nêzîkî 8 salan bêdengiya xwe bi dawî kir, ji qada Newrozê bangî CHPyê û desthilata AK Partî û MHPyê kir.

“Ji niha û pê ve bes e”

Siyasetmedar û Parlamentera berê ya HDPyê Leyla Zanayê anî ziman:

“Em dê ne tenê şaredaran hilbijêrin. Partiyên desthilatdar tinazên xwe bi mejiyê me dikin. Ew dibêjin, ev 100 sal in em Kurdan bi rê ve dibin.

Kurd ji me razî ne ku dîsa dengên xwe didin me. Li aliyekî AKP, li aliyekî CHP û li aliyekî jî MHP.

Em jî dibêjin, ji niha û pê ve bes e. Ji vir û pê ve em dê îradeya xwe tenê ji bo xwe bi kar bînin. Îrade tiştekî wisa ye ku ji mirov pê ve kes nikare bi kar bîne.”

Kêmtirî 10 rojan maye ku dê hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê bên kirin û bi taybetî li parêzgeha Stenbolê mijara nîqaşê ye ku DEM Partiyê berbijêrên xwe yên Şaredariya Bajarê Mezin diyar kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst