Leyla Zana piştî 8 salan dadikeve qadan

15-03-2024
RÛDAW
Nîşan Leyla Zana Newroz DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd û parlamentera berê ya HDPyê Leyla Zana piştî bêdengiya 8 salan îsal beşdarî Newroz û xebatên hilbijartinê dibe.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rojên 16-17 Adarê li Amedê “Konferansa Çareserî û Aştiyê ya Meseleya Kurd” saz dike.

Ji Tirkiyê, Bakurê Kurdistanê û cîhanê dê herî kêm 110 kes beşdarî konferansê bibin û ezmûnên xwe yên di vî warî de parve bikin.

Li gorî nûçeya Duvarê, Leyla Zanaya ku 8 sal in beşdarî ti çalakiyekê nebûye jî beşdarî “Konferansa Çareserî û Aştiyê ya Meseleya Kurd” dibe.

Siyasetmedara Kurd Zana dê 21ê Adara 2024an jî beşdarî Newroza Amedê bibe û li wê derê axaftinekê bike.

Zana piştî Newrozê, dê li Riha, Êlih, Şirnex û Amedê beşdarî xebatên hilbijartine û mîtîngên DEM Partiyê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst