Li bazara Hewlêrê ciwanek hat birîndarkirin!

22-01-2024
Nîşan Hewlêr Ciwan Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro derdora nîvro li bazara dovîzê ya Hewlêrê ciwanek hat birîndarkirin.

Endamê Encûmena Guhertina Pereyan a Hewlêrê Hacî Sabîr Bawacî ji Tora Medyayî ya Rûdawê got, “Li nav bazarê gule li wî ciwanî hatin reşandin. Berê gotin miriye lê dema ku gihîştandine nexweşxaneyê diyar bû ku bi giranî birîndar e.”

Li gorî agahiyan, navî wî ciwanî Dîdar e û ew xebatkarê ofîseke dovîzê bûye.

Hacî Sabîr Bawacî herwiha da zanîn ew ciwan ji ber sedemên civakî hatiye birîndarkirin.

Heta niha hêzên ewlehiyê li ser bûyerê ti agahî nedane.

Li aliyên din, sala 2023yan li Herêma Kurdistanê 455 kes hatibûn kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst