Asayîşa Hewlêrê li ser kuştina 4 kesan daxuyanî da

18 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Asayîşa Hewlêrê ragihand ku hêzên wan tohmetbarê kuştina 4 kesan hatiye girtin û bûyerê ji ber pirsgirêkeke civakî rû daye.

Bijîşkekî bi navê Sîrwan Mihemed doh bi şev li bajarê Hewlêrê hevjîn, diş, xesû û xezûrê xwe bi çekê kuştin.

Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Piştî ku em ji bûyereke gulereşandinê ya li taxa Fermanberan a bajarê Hewlêrê hatin agahdarkirin û lêpirsîn ji aliyê tîmên me ve hat kirin, me dît ku tometbar S.M. ku bijîşk e ji ber pirsgirêkeke civakî bi çekekî cureyê demançe hevjîna xwe, xezûrê xwe, xesûya xwe û baltûza xwe kuştine.”

Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê her wiha da zanîn:

“Piştî ku ev sûc pêk anî, tometbar S.M. bi fermana dozgerê lêpirsînê ya Asayîşa Hewlêrê ji aliyê hêzên me ve hat girtin.”

Li gorî gotinên çend şahidan ku ji Rûdawê re axivîn, pirsgirêkên wan ên malbatî hebûne.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, tometbar kurekî xwe jî kuştiye ku ji 10 salî biçûktir e.

Kesên ku hatine kuştin, xezûrê kujer Kemal Xidir Mistefa, xesûya kujer Sebahet, hevjîna kujer Sena Kemal û dişa kujer Senarya Kemal in.

Hevjîna kujer Sena Kemal û dişa kujer Senarya Kemal jî bijîşk in.

Termên wan 4 kesan îro li Goristana Kesnezanê li kêleka hev hatin veşatin.

Xizmên kujer dibêjin nexweşiyên derûnî yên Sîrwan Mihemed nebûne.

Berê di navbera wî û hevjîna wî de pirsgirêkek derketiye û ji ber vê yekê hevjîna wî çûye mala bavê xwe.

Şahidekî da zanîn, “Hevjîna wî daxwaza cihêbûnê kiriye û bijîşk nikaribû vê yekê qebûl bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst