Jineke ji Qamişloyê xwe li kampê kuşt: ‘Ji feqîrî bû’

21-08-2023
Helebja Sadon
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kampa Berdereşê Xwekuştin Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw ) - Şevê din li Kampa Berdereşê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê jineke 22 salî xwe kuşt.

Sebah Mihemeda 22 salî derengê şevê xwe daleqand û dawî li jiyana xwe anî.

Mala xezûrê wê got ku rewşa wan a aboriyê gelekî xerab e û bûka wan xwe ji ber feqîriyê xwe kuştiye.

Sebah Mihemeda 22 salî ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê bû.

Sebahê bi kuştina xwe 4 zarok li pişt xwe hiştin.

Vê biryara Sebahê hem 4 zarok bê dayîk hiştin hem jî ew mal wêran kir.

“Laşê wê hişk bûbû”

Leyla Îbrahîma xesûya Sebahê wiha got:

"Lêvên wê şîn bûbûn û laşê wê hişk bûbû. Nêzîkî demjimêr 2yê şevê xwe daleqandibû."

Sebahê beriya 7 salan mêr kiribû û ev çend sal bûn ku bi zarokên xwe û hevjînê xwe re li başûrê Kurdistanê dima.

Eliyê 6 mehî yek ji wan 4 zarokan e ku Sebahê ew li pey xwe hiştine.

“Ma heta kengî dê rewşa me me wisa be?”

Teyib Mihemedê hevjînê Sebahê jî li ser xwekuştina hevjîna xwe got:

“Nêzîkî saet 5ê sibehê min fêhm kir ku hevjîna min xwe daleqandiye.

Beriya niha bi 15 rojan dema me zarok birin nexweşxaneyê, ji min re got, ‘Ma heta kengî dê rewşa me me wisa be?

Demên dawiyê rewşa wê ya derûnî gelekî xirab bû."

Teyib heke ku kar peyda bikira rojane bi 10-20 hezar dînaran dixebitî û bi alikariya malbata xwe li ber xwe dida.

Mihemed Mehsinê xezûrê Sebahê jî got:

"Wan çi bixwesta me ji wan re dikir bi taybetî jî van demên dawiyê.

Bi taybetî ev demek bû erzaqê wan jî nemabû."

Kampa Berdereşê ya li Dihokê take kampa penaberên Rojavayê Kurdistanê ye û di maweyê 2 salan de li vê kampê 2 kesan xwe kuştiye.

Penaberên li Kampa Berdereşê heta niha jî di konan de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst