Li Rihayê jinekê xwe daleqand

29-05-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Jin Xwekuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, doh jinekê ji ber sedemeke nediyar xwe kuşt.

Li Taxa Ahmet Yeseviyê ya Rihayê jina bi navê Sultan B. ya 24 salî dema kesek li malê nebû ji ber sedemeke ku nehatiye zanîn xwe bi ben bi dar ve kir.

Dema xizmên vegeriyan malê wan Sultan bi awayekî daleqiyayî dît û tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê agahdar kirin.

Di pişkînîna tîmên tenduristiyê de hat tesbêtkirin ku Sultan B.yê canê xwe ji dest daye.

Piştî dozger li cihê bûyerê lêkolîn kir tîmên tenduristiyê ji bo otopsiyê cenazeyê wê bir morga Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Rihayê.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst