Selaheddîn Ubêd Îbrahîm, Xebat Beyrem Necar û Mihemed Beyrem Necar Îbrahîm / Wêne: Ji dîmenan
Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, 3 kesên Kurd ên ku ji Libnanê vegeriyane hatin girtin.
Koma çekdar a bi navê “Polîsên Leşkerî” li nahiya Şiyê ya Efrînê 3 kesên Kurd girtin.
Vegera koçberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji Libnanê ji ber şerê li wî welatî tevî hemû metirsiyan berdewam dike.
Herî dawî 3 kesên Kurd ên ji nahiya Şiyê ya Efrînê dema ku ji Libnan û Helebê vedigerin cihê xwe ji aliyê çekdaran ve hatin girtin.
Kesên hatine girtin ev in: “ Selaheddîn Ubêd Îbrahîm, Xebat Beyrem Necar û Mihemed Beyrem Necar Îbrahîm”
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse