Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê dû otomobîl li hev ketin û di encam de zarokekî 12 salî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, li ser rêya Sêrtê îro 21ê Hezîranê dû otomobîl li hev qelibîn e û di bûyerê de 4 kes birîndar bûne.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs, Berevaniya Şaristanî û AFADê bo cihê bûyerê hatin şandin. Her çar birîndar bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê hatine veguhestin.
Lê Muhammed Sevinç ê 12 salî tevî hemû hewldanên pizîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse