Li Sêrtê şerê bi çekan: 4 kes birîndar bûn

06-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Sêrt Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hawêl a ser bi parêzgerha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ji ber zeviyan şerê bi çekan çêbû û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan roja Pêncşemê 6ê Temûza 2023an li gundê Kikan a ser bi navçeya Hawêlê ve di navbera 3 malbatan de ji ber lihevnekirina di mijara zeviyan de şerê bi çekan çêbûye û di encamê de 4 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên cendermeyan çûne cihê bûyerê û tedbîrên ewlekariyê wergirtine. Her 4 kesên birîndar ji bo nexweşxaneyên parêzgehê û navçeyê hatine veguhestin.

Li gor zanyariyan rewşa kesekî birîndar di metirsiyê de ye û kesê ku çek bikaraniye heta niha nehatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst