Li Amed û Xarpêtê 3 bûyerên trafîkê: 1 mirî û 12 birîndar hene

30-06-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Xarpêt Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê îro du otomobîlan li hev dan û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn. Herwiha li Xarpêta Bakurê Kurdistanê jî îro otomobîlekê li dîreka elektrîkê da û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Bi hatina Cejna Qurbanê re li Bakurê Kurdistanê bûyerên trafîkê zêde bûne.

Li Kolana Firat ya navçeya Peyasê ya Amedê, cîpekê û otomobîlekê li hev dan û cîp ji rê derket, li 3 welatiyên li kolanê qelibî û piştre kete nav marketekê.

Di encama bûyerê de welatiyek ku li kolanê dimeşiya canê xwe ji dest da û 2 welatiyên li kolanê û 4 kesên di otomobîlan de bi tevahî 6 kes birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Li bajarokê Hoxê yê Xarpêtê jî otomobîleke ji Çewlîgê ji rê derket û li dîreka elektrîkê ya li kêlaka rê qelibî.

Di encama wê bûyerê de 6 kes birîndar bûn û şofêr di otomobolî de asê ma.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û tîmên berevaniya şaristaniyê hatin şandin. Şofêr A.S. ku bi giranî birîndar bû, ji aliyê tîmên berevaniya şaristaniyê ve hat rizgarkirin û 6 birîndar bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin veguhestin.

Li Sêwaza Bakurê Kurdistanê jî 30ê Hezîranê otomobîlek ji rê derket û wergeriya.

Di encama bûyerê de yek jê pitik 3 kes birîndar bûn. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst