Îro li piraniya Bakurê Kurdistanê barana gur dibare: 'Hişyar bin!'

05-12-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Lehî Barîna Baranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro dê li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê barana gur bibare.

Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bilî Sêrt, Êlih, Riha, Wan, Colemêrg û Şirnexê li hemû parêzgehên Bakurê Kurdistanê barana gur dibare.

Bi taybetî tê çaverêkirin li herêma Erzirom-Mûşê baran zêde bibare û herwiha qeşa jî çêbibe.

Saziya Keşnasiyê ji welatiyan xwest ku ji bo egera lehiyê û pirsgirêkên trafîkê hişyar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.

Bi destpêkirina şiliyê re li Bakurê Kurdistanê pileya germê 4-5 pileyan dadikeve û hewa sar dibe.

Li Erziromê bi roj 5 pile, li Colemêrgê 11, li Meletiyê 6, li Wanê 11, li Amedê 14, li Dîlokê 16, li Mêrdînê 17 û li Sêrtê 17 pile ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst