Abdullah Zeydan deynê Şaredariya Wanê eşkere kir

21-04-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Wanê Abdullah Zeydan Deynê Şaredariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ragihand ku deynê şaredariyê 8,5 milyar lîreyên Tirkî ne.

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bûbû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê.

Piştî Hilbijartinên 31ê Adarê, yekem civîna meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi serokatiya Hevserokê Şaredariyê Abdullah Zeydan hat lidarxistin.

Di civînê de rêveberiya nû ya şaredariyê hat hat hilbijartin.

“8,5 milyar TL deyn”

Abdullah Zeydan li ser deynê şaredariyê axivî û got:

“Mixabin li şaredariya me texrîbateke mezin heye.

Em dê bi hemû endamên meclîsê re vê texrîbatê bibînin.

Sala 2022yan deyn tenê 400 milyon lîre bû.

Di sal û nîveke dawî de bi tayînkirina parêzgarê nû re deyn gihîşt 8,5 milyar lîreyên Tirkî.

Berpirsiyariyên şaredariyê bixwe jî hene.

Di nav berpirsiyariyên me de rê, ava vexwarinê, kanalîzasyon, pirsgirêkên hawirdorê, park û baxçe û xizmetguzariyên bingehîn hene.

Lê mixabin li şûna ku hemû îhale û hilberînên ku divabû ji aliyê Wezareta Perwerdeyê, Wezareta Ciwan û Werzişê û Serokatiya Karên Olî ve bihata kirin, bi rêya şaredariyê hatine kirin û malîyeteke zêde hatiye çêkirin.

Wan ev deyn jî ji bankan bi faîzên pir zêde kredî kişandine.”

“Ji aliyê qanûnî ve çi pêwîst be em dê bikin”

Em dê li ser navê gelê xwe di warê hiqûqî de çi pêwîst be bikin.

Di dema qeyûmê de îsrafeke zêde hatiye kirin.

150 wesayit hatine kirêkirin û ji xeynî armanca xwe ji bo armancên din hatin bikaranîn.

Ew wesayît ji saziyên din re hatin veqetandin, me peymana 26 wesayîtan betal kir.

Em di wê baweriyê de ne ku ev meclîs û rêveberiya nû dê xizmetên layiqî Wanê ji gelê Wanê re bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst