AK Partiyê li ser Abdullah Zeydan daxuyaniyek da

02-04-2024
RÛDAW
Nîşan Abdullah Zeydan Omer Çelîk Wan DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser nedana mazbataya Abdullah Zeydan got, “Eger ew ji hêla qanûnî ve mafdar bin, dê encam wekî ku ew dixwazin be.”

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bûbû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an, wekî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat hilbijartin û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Lê Abdulahat Arvasê ku 27,15ê dengan standibûn mazbata wergirt.

“Eger ew mafdar bin, dê encam wekî wan be”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civîna Lijneya Rêveber a Navendî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.

Omer Çelîk li ser nedana mazbataya Abdullah Zeydan wiha axivî:

“Ev mijar mijareke nêrîna Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr e. Ango mijareke têkildarî rêziknameya yasayî ye.

Ev, ne qadek e ku qada siyasî mudaxale kiriye, qada ku hikûmetê bikaribe mudaxale bike.

Di vî warî de Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr erkdar e piştre jî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) wekî desthilatdariya dawî ya biryarê erkdar e.

Mekanîzmayên îtirazê diyar in. Sîstema me ya hilbijartinê her cure mekanîzmayên îtîrazê saz kiriye.

Eger ew ji hêla qanûnî ve mafdar bin, dê encam wekî ku ew dixwazin be.

Eger ew ji aliyê qanûnî ve ne mafdar bin jî mercên hilbijartinê bi vih nehatibin divê her kes rêzê li vê jî bigire.

Ya balkêş ew e, dibêjin em bertekên demokratî nîşanbidin, piştre kolan tên şewitandin, êrişî polîsan tê kirin.

Mafê her kesî ye ku bertekên demokratîk nîşan bide. Lê ti têkiliya vê bi demokrasiyê re tine ku van bûyeran veguhezînin tundiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst