Abdullah Zeydan: Namzedê AKPyê dê bi kîjan rûyî li ser wî kursiyî rûnê?

02-04-2024
RÛDAW
Nîşan Abdullah Zeydan Wan DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Abdullah Zeydan derbarê biryara Wezareta Dadê de daxuyaniyek belav kir û got, “Namzedê ku me ji wî bi qasî 3 qatan zêde deng wergirtiye dê çawa li ser wî kursiyî rûnê?”

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bûbû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Abdullah Zeydan derbarê biryara Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê û dayîna mazbataya şaredarbûnê bi Namzedê AK Partiyê axivî. 

“Pêvajo hîn jî bi dawî nebûye”

Abdullah Zeydan diyar kir ku pêvajo hîn jî bi dawî nebûye û got:

“Heta niha biryara dayîna mazbataya şaredarbûnê ji bo Namzedê AK Partiyê jî yekalî nebûye.

Lijneya Hilbijartinan a Bajêr, li gel îtîraza serokê dadgehê bi dengên 2 endamên din biryareke wisa daye.

Lê belê mafê me heye em li dijî wê biryarê îtîrazê bikin.”

Zeydan derbarê pêvajoja namzedbûna xwe ji Duvarê wiha got:

"Min hemû dosyeyên dadgehê û dosyeya ya serlêdanê berî hilbijartinên şaredariyan pêşkeş kir.

Lijneya Hilbijartinan a Bajêr namzediya min qebûl kir.

Lîsteyên dawî hatin eşkerekirin û wan biryar da ku mafê min ê hilbijartinê heye û navê min di lîsteya namzedan de cih girt.”

“Namzetê AKPyê dê bi kîjan rûyî li ser wî kursiyî rûne?”

Di berdewamiyê jî de Zeydan da zanîn ku Namzedê AK Partiyê dixwaze mazbataya serkeftinê ji wan re bê dayîn û got:

“Em bi xefkeke wisa re rû bi rû mane. Daxwaza AKPyê qebûl dikin lê îtîraza me heye.

Kesên xwedî wijdan, alîgirê demokrasî û edalet vê qebûl nake.

Gelê Wanê qebûl nake û îradeya xwe diparêze. Namzedê ku me hema bêje me ji wî bi qasî 3 qatan zêde deng wergirtiye dê bi kîjan rûyî li ser wî kursiyî rûne?”

“Hiqûq nemaye”

Parêzerê Doza Zeydan Mahsunî Karaman jî derbarê biryarê daxuyanî da.

Karaman pêvajoya hiqûqî nirxand û got:

"Pêwîst e mazbataya serkeftinê ya ku bi qasî şîrê dayika Zeydan lê helal e bi referansa dengê xelkê wergirtiye were dayîn.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî biryarê dide lê pabendê biryarê nabin.

Em dê çi bikin? Li Tirkiyeyê qanûn ji holê rabûye. Ev yek eşkere ye.

Li Tirkiyeyê ne ewlehiya hiqûqî ya dengan û ne jî ya namzedan heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst