Babacan li Amedê bo Rûdawê: Ji hemû deman zêdetir pêwîstiya me bi yekrêziyê heye

21-04-2023
RÛDAW
Serokê Giştî yê Partiya Pêşketin û Demokrasiyê (DEVA) Ali Babacan. Wêne: Rûdaw
Serokê Giştî yê Partiya Pêşketin û Demokrasiyê (DEVA) Ali Babacan. Wêne: Rûdaw
Nîşan Ali Babacan DEVA Amed Cejna Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Pêşketin û Demokrasiyê (DEVA) Ali Babacan ragihand, di demekê de ku herî zêde pêwîstî bi yekrêzî û hevgirtinê heye pêşwaziyê li cejnê dikin.

Serokê DEVA yê Ali Babacan, îro Înê 21ê Nîsanê yekemîn roja Cejna Remezanê serdana parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kir.

Babacan tevî xelkê beşdarî nimêja cejnê da û piştî pîrozbahiya cejnê daxuyanî da medyayê.

Ali Babacan li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê got: “Ji ber ku Amed bajarekî erdhejê ye, me îro serdana Amedê kir.”

Babacan got: “Em vê cejnê di demekê de ku herî zêde pêwîstiya me bi yekrêzî û hevgirtinê heye pêşwazî dikin. Di heman demê de em bi xemgînî û dilekî şikestî cejnê pîroz dikin. Me di erdhejên 6ê Sibatê de bi deh hezaran welatiyên xwe ji dest dan. Xwedê bi rehma xwe şa bike û cihê wan bihuşt be înşallah.”

Babacan herwiha diyar kir: “Ji aliyekî xemginî heye, ji aliyê din ve jî ji bo gihiştina rojên xweştir hêvî û kêfxweşî heye. Di heman demê de em bilez ber bi 14ê Gulanê ve diçin. Ji ber ku Amed jî bajarekî erdhejê bû, em li Amedê ne. Di erdhejê de me li Amedê jî gelek welatiyên xwe ji dest dan.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst