Qaymeqamê Şingalê yê tayînkirî dest ji kar kişand

21-04-2023
RÛDAW
Nîşan Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fehd Hamid ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê weke Qaymeqamê Şingalê hatibû tayînkirin, dest ji kar kişand û kilîla cihê karê xwe radestî polîsên navçeyê kir. Parlamenterekî Iraqê got, “Ew qaymeqamê nefermî bû; dest ji kar kişandina wî gaveke baş e ji bo cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê.”

Fehd Hamid roja Pêncşemê 20ê Nîsana 2023an dest ji kar kişandina xwe ji postê Qaymeqamtiya Şingalê ragihand û ji bilî tometbarkirina Hikûmeta Iraqê ku guh nade pirsa Kurdên Êzidî got, “Piştî 5 sal û 6 mehan ku weke Qaymeqamê Şingalê hatim erkdarkirin, îro îstîfaya xwe radigihînim. Hikûmeta Iraqê girîngiyê nade navçeya Şingalê û pirsgirêkên Êzidiyan û heta niha ji %10ê xizmetguzariyan pêşkeşî Şingalê nehatiye kirin.”

Fehd Hamid diyar kir ku ew ji aliyê Heşda Şebî ve hatiye tayînkirin û got, “Hikûmeta xwecihî ya Neynewayê û Hikûmeta Iraqê bi min re kar nekirine.”

Fehd Hamid got, “Em gihîştine rêyeke girtî” û diyar kir, heta niha çarenivîsa nêzîkî 3 hezar Kurdên Êzidî ne diyar e û gorên komî nehatine kolandin. Li gelek bajarok û cihên navçeya Şingalê ti xizmetguzarî nayên kirin û Hikûmeta Iraqê jî girîngiyê nade.

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Mecîd Şingalî ji Rûdawê re got, “Ew ne qaymeqam bû, ne Hikûmeta Iraqê û ne jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew nas nedekirin, lewra dest ji kar kişandina wî baş e ji ber ku ew gaveke erênî ye ji bo cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê.”

Mecîd Şingalî her wiha got, “Qeymeqamê niha yê Şingalê Nayîf Seydo ye ku rêveberê bajarokê Sinûne ye û di heman demê de bi wekalet Qeymeqamê Şingalê ye.”

Di Cotmeha 2020an de, Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê bi hemahengî ligel nûnerê Neteweyên Yekbûyî li ser çend xalan li ser asayîkirina rewşa Şingalê, vegerandina penaberan û rêkxistina çarçoveya îdarî û ewlehiyê ya bajêr li hev kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst