Ji sembola ‘gurê boz’ re gotibû ‘nîşana kûçikan’: Êrişî dikana wî hat kirin

05-07-2024
Nîşan Merîh Demîral Gurê Boz Bertek Riha Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, êrişî dikana Mehmet Cafer hat kirin ku sembola “gurê boz” wekî “nîşana kûçikan” pênase kiribû.

2yê mehê tîmên neteweyî yên Tirkiye û Awisturyayê di çarçoveya maça EURO 2024ê hatin pêşberî hev.

Lîstikvanê Tirkiyeyê Merîh Demîral piştî gol avêt işareta “gurê boz” kir.

Ev tevgera Merîh Demîral bû sedema gelek bertekên tund.

Piştî ku lîstikvanê tîma Tirkiyeyê nîşana “gurê boz” kir Tirkiye û Almanya li hev sor bûn û bangî balyozên hev kir.

“Bilindkirina nîşana kûçikan şermezar dikim”

Li Rihayê jî endamê berê yê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yê Partiya Saadetê Mehmet Cafer li hesabê xwe yê Xê nivîsand:

“Ez ji ber lîstika newaze ya Merîh a di maça doh de wî pîroz dikim lê bilindkirina nîşana kûçikan şermezar dikim û wekî nezaniyeke ciwantiyê dibînim.”

Piştî vê parvekirinê li ser medyaya civakî gelek kesên faşîst û nijadperset êrişî Mehmet Cafer kir û gef lê xwarin.

Piştî gefên li ser medyaya civakî hinek kesan derengê şevê êrişî dikana Mehmet Cafer a li Taxa Şaîr Nabiyê kir û camên wê şikandin.

Cafer giliyê êrişkaran kir lê heta niha nayê zanîn kê êriş kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst