ŞINGAL - 10 kes ji bo qaymeqamiyê bûne namzed

20-05-2024
RÛDAW
Nîşan Şingal Qaymeqam Namzed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dema namzedbûna ji bo qeymeqamiya Şingalê bi dawî bû û 10 kesan ji bo wergirtina wê peywirê serî li Encûmena Parêzgeha Nînovayê daye.

Endamê Encûmena Parêzgeha Nînovayê û Endamê Komîteya Wergirtina Karnameyan Mehmûd Xelef ji Rûdawê re axivî û eşkere kir heta niha 10 kesan karnameyên xwe ji wan re şandiye.

14ê Gulanê roja dawî ya xwe namzedbûnê bû. 

Li gorî gotina Mehmûd Xelef, Encûmena Komîteya Wergirtina Karnameyan a Nînovayê dê li ser navên namzedan kar bike û navê 3 kesan bide Encûmena Parêzgeha Nînovayê.

Bi rêya dengdanê qeymeqamê Şingalê dê were diyarkirin.

Mehmûd Xelef amaje bi wê yekê jî kir ku Ereb û Kurdên Êzdî ji bo wergirtina posta qeymeqamiyê xwe kirine namzed.

“Berbijêr divê xelkê Şingalê be”

Li gorî gotina Mehmûd Xelef, ji bo namzedbûnê 8 merc hene.

Mercên sereke ew in ku ew kesê xwe berbijêr bike divê ne endamê ti rêxistineke çekdar û hêzê ewlehiyê be.

Namzed, divê xelkê Şingalê be û tawanên wî nebin û ti pêwendiya wî bi rejima Beasê re jî nebe.

Ji sala 2017an ve posta qeymeqamiya Şingalê vala ye.

Yek ji xalên rêkeftina Şingalê ya navbera Îraqê û Herêma Kurdistanê ew e ku qeymeqamek ji bo Şingalê were hilbijartin.

Endamê Encûmena Nînovayê Eyad Kakeyî jî ji Rûdawê re eşkere kir ku roja dengdanê û hilbijartina qeymeqamê Şingalê li Encûmena Nînovayê diyar nebûye.

Eyad Kakeyî û Mehmûd Xelef tekez dikin ku beriya dengdanê û diyarkirina qeymeqamê Şingalê pêwîst e aliyên siyasî li hev bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst