Hilbijartina qeymeqamiya Şingalê hat bipaşxistin

02-06-2024
RÛDAW
Nîşan Şingal Hilbijartina Qeymiqamiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Encûmena Nînowayê Êrîvan Mehdî diyar kir ku hilbijartina qeymeqamê Şingalê hat bpaşxistin û ne diyar e dê kengê bê kirin.

Biryar bû ku îro Encûmena Parêzgeha Nînowayê ji bo hilbijartina qeymeqamê Şingalê bicive.

Endamê Encûmena Nînowayê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Êrîvan Mehdî li ser civînê ji Rûdawê re axivî.

Êrîvan Mehdî da zanîn ku hibijartina qeymeqamê Şingalê hatiye bpaşxistin û dema wê jî nehatiye diyarkirin.

Li gorî gotina Êrîvan Mihemed, ji bo hilbijartina qeymeqamiyê pêwîst e aliyên siyasî li hevdû bikin.

Serokê Komîteya Ewlehiya Encûmena Nînoweya Mihemed Kakeyî jî li ser hilbijartina qeymeqamê Şingalê ji Rûdawê re axivî.

Mihemed beşdarî bernameya Nûrojê bû û wiha got:

“Ti lihevkirinek ji bo hilbijartina namzedekî nehatiye kirin.

Pêwîst e, kesek were hilbijartin ku ji Şingalê be û bajar ji wê qeyranê rizgar bike.

Çênabe êdî kesek bi awayekî wekalet Şingalê bi rê ve bibe.”

Namzediya 6 kesan hatiye qebûlkirin

Encûmena Nînowayê ragihandibû ku ew kesên dixwaze ku xwe ji bo qeymeqamiya Şingalê bikin namzed dikarin 28ê Adarê heta 14ê Gulanê serî li wan bidin.

Li gorî Encûmena Nînowayê 10 les ji bo qeymeqamiyê bûne namzded û bi tenê şert û mercên 6 kesan hatiye qebûlkirin.

Navê namzedên ku hatiye qebûlkirin wiha ne:

- Kemal Nasir Yûsif

- Dawid Cindî Silêman

- Xidir Eliyas Şivan

- Seydo Xeyrî Ehmed

- Ezdîn Reşo Mesqet

- Îdo Reşo Dewas

Mihemed Kakeyî amaje bi wê yekê jî kir ku ji nava wan 6 navan kesek heye ku hemû aliyên siyasî li ser wî dikarin li hev bikin û wî bikin qeymeqamê Şingalê.

Mihemed Kakeyî nexwest navê wî namzedî eşkere bike.

Mihemed Kakeyî amaje bi wê yekê jî kir ku her 6 namzed Kurdên Êzidî ne û ne alîgirê ti partiyan in.

Namzedê qeymeqamiyê divê xelkê Şingalê be û tawanên wî nebin û ti pêwendiya wî bi rejima Beasê re jî nebe.

Ji sala 2017an qeymeqamê Şingalê nîne

Ew kesê xwe kiriye namzed divê ne endamê ti rêxistineke çekdar û hêzeke ewlehiyê be.

Ji sala 2017an ve posta qeymeqamiya Şingalê vala ye.

Yek ji xalên peymana Şingalê ya navbera Îraqê û Herêma Kurdistanê ew e ku qeymeqamek ji bo Şingalê were hilbijartin.

Encûmena Nînowayê 30ê Gulanê ji bo namzediyê nû daxuyaniyek belav kir.

Di wê daxuyaniyê de encûmenê dabû zanîn ku ew kesên bixwazin dikarin xwe ji bo namzediyên qeymeqamiya navçeyên Tilkêf, Teleferê û postên rêveberiya nahyeyên Rabîe, Mihelebiye û Başîkê serî li Encûmena Neynowayê bidin.

Mihemed Kakeyî endamê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.

Mihemed Kakeyî da zanîn ku navçeyên Tilkêf û nahiya Başîkê ji bo Kurdan girîng in û ew wekî YNKyê dixwazin posta rêveberiya Başîkayê bistînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst