WAN - Parêzgariyê destûr neda konsera şaredariyê!

04-07-2024
Nîşan Wan Şaredarî Parêzgarî Rastak Konser Betalkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku Parêzgariya Wanê destûr nedaye konsera wan.

Şaredariyê ragihand ku wan dê bi beşdariya Koma Rastakê konserek li dar bixista lê parêzgariyê “Festîvala Rêya Çandê” kiriye hincet û rê nedaye konserê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku ji bo egera ku konser demeke din were kirin wan heta niha ti daxuyanî nedaye lê Rastak tenê dema destnîşankirî dikare wê konserê bide.

Li gorî daxuyaniyê, ji ber ku Rastak nikare xeyn ji roja diyarkirî vê konserê bide çalakî hatiye betalkirin.

Şaredariyê ji ber betalkirina konserê lêborîn xwest û soza çalakiyên baştir da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst